Li Hewlêrê dayîk û bav û kurek bi Coronayê mirin

01-04-2021
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hewlêrê 3 endmên malbatekê bi coronayê jiyana xwe ji dest dan. Endamekî malbatê jî dibêje: Hemû çareseriyên pêwîst bo wan hat kirin, lê ewqas bi giranî pêketibûn ku nekarîn xwe li ber bigirin.

Li bajarê Hewlêrê dayîk û bav û kurê malbatekê bi vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan. 

Endamkî malbata wan dibêje, hemû çareseriyek bo wan hate kirin, lê ji ber ku gelek bi giranî coronayê bandora xwe li wan kiribû, jiyana wan nehat rizgarkirin.

Sekran Hisên (74 salî) û hevjîna wî Suheyle Mihemed Emîn (69 salî) û kurê wan Kenan Sekran (51 salî), ew kesên ji wê malbatê ne ku bi Covid-19 jiyana xwe ji dest dane.

Suheyle Mihemed Emîn hevjîna Sekran Hisên û dayika Kenan roja 26ê Sibatê bi coronayê jiyana xwe ji dest daye, piştî nêzîkî mehekê hevjînê wê Sekran Hisên û roja 31ê Adara îsal jî kurê wan Kenan bi coronayê jiyana xwe ji dest dane.

Rêkan Sekran, kurê din ê vê malbatê ji Rûdawê re ragihand: “Dayîk û bav û birayê min nexweşiya şekirê bi wan re hebû, lê vîrûsê bi awayekê pişikan wan girtibû ku bi amûra oksîcenê jî nekarîn bijîn.”

Rêkan herwiha got: “Piraniya endamên malbata me bi coronayê ketin, spas bo Xwedê ku ewên din silamet in, tevî ku hejmarek pizîşkên xwedî şiyan ên Hewlêrê gelek hewl dan jibo rizgarkirina dayik, bav û birayê min, lê mixabin nekarîn wan rizgar bikin.”

Suheyle û Sekran dayik û bavê du keç û pênc kuran bûn, di dema şerê DAIŞê de kurekî wan bi navê Muqedem Sirûd di çepera şer de krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Zêdeyî heftiyekê ye ku rêjeya pêketin û mirina bi vîrusa coronayê li Herêma Kurdistanê gelek bilind bûye. Di 24 demjimêrên bihorî de 981 kes li seranserê Herêma Kurdistanê bi Covid-19 ketine û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Roja Sêşemê 30ê Adara 2021, Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Coronayê civiya û Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî piştî civînê ragihand, jibo rêgirtin li zêdetir belavbûna vîrusa Coronayê, hin biryar hatin dayîn, ku yek ji wan biryaran ew bû ku deriyên xwendingehan heya 10ê Nîsanê girtî bimînin, herwiha zanîngeh û peymangeh jî her girtî dimînin û tenê ezmûnên sale dê encam bidin.

Wezîrê Tendirustiyê herwiha ragihandiye: “Me pêşbînî dikir di dawiya meha Sibatê de hejmara pêketiyên Coronayê bigihe 119 hezar kesan, ku li gor amaran 120 hezar kes derbas kiriye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst