Serok Barzanî: Pesendkirina budceya Iraqê pêngeveke erênî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî pesendkirina budceya 2021 a Iraqê wek pênagaveke erênî ya bi arasteyeke rast ve binav kir û hêviya xwe derbirî ku bibe destpêkek bo “vegerandina binemayên şeraketa di navbera pêkhateyên Iraqê de.”

Serok Mesûd Barzanî îro, 01/04/2021, peyamek bi boneya pesendkirina budceya 2021 a Iraqê belav kir û li hemû “aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî” kir.

Di peyama xwe de Serok Barzanî spasiya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên din ên di nava Encûmena Nûnerên Iraqê de kir ku “bi ked, hîmet û pêdagiriyê karîn li gel hev bigihijinn encamê û beşa Herêma Kurdistanê jî di budceya Iraqê da cêgîr bikin.”

Serok Mesûd Barzanî pesendkirina budceya Iraqê wek “pêngaveke erênî û bi rêyeke rast” binav kir û hêviya xwe derbirî ku “destpêkek be ji bo bihêzkirina bingehên diyalogê û pêkvejiyana aştiyane û herwiha vegerandina bingehên şeraketa di navbera pêkhatên Iraqê de.”

Êvariya Çarşemê, parlamentoya Iraqê budceya sala 2021 pesend kir ku yek ji maddeyan (maddeya 11) beşa budceya Herêma Kurdistanê bû.

Serokê Şanda Danûstandinkar a Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî, piştî pesendkirina budceyê, peyameke vîdyoyî belav kir û tê de destxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku piştevanê danûstandinên ji bo pesendkirina beşa budca Herêma Kurdistanê bû di budceya 2021 a Iraqê de.