Mohleta artêşa Iraqê ji bo derketina hêzên çekdar ji Şingalê bi dawî tê

Hewlêr (Rûdaw) – Mohleta ku artêşa Iraqê dabû YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzîdxanê jibo ji Şingalê derkevin û ku navenda bajarê Singalê vala bikin, îro bi dawî tê û Parêzgarê Mûsilê jî dibêje, “Ez naxwazim pirsgirêk derbasî asta pevçûnên çekdarî bibe.”

Piştî çendîn daxwazên Bexdayê jibo derketina ji Şingalê û zêdebûna aloziyên navbera hêzên ewlekariyê yên Iraqê û hêzên çekdar ên li nav Şingalê, roja 29ê Adara 2021an artêşa Iraqê heya 1ê Nîsanê mohlet da ku ew hêz ji navenda bajêr vekişin.

Parêzgarê Mûsilê, Necim Cibûrî ji Rûdawê re ragihand: “Ez ligel fermandeyê Firqeya 20 axivîm, bi rastî ez naxwazim kêşe bigihêje pevçûna çekdarî. Hikûmeta Iraqê hewl dide rewşê bi zanebûn çareser bike. Bêyî ku bigihêje asta rûbirûbûna çekdarî.”

Necim Cibûrî pêştir jî ji Rûdawê re dabû xuyakirin ku tevahiya bendên rêkeftina Şingalê dê di destpêka meha Nîsanê de bi temamî bên cîbicîkirin û biryar e di nav çend rojan de 2,500 polîs ji bo Şingalê bêne damezrandin.

Li gor rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, nabe ti hêzeke çekdar ji bilî polîsan li wê navçeya Başûrê Kurdistanê bimînin.

Heya niha nêzîkî %18 ji xelkê Şingalê û derdora wê vegeriyane ser cih û warên xwe. Armanceke sereke ya rêkeftinê jî çêkirina zemîneke baş e, jibo ku koçberên Kurdên Êzidî bikarin vegerin cihên xwe, lê hinek hêz û beşek ji xelkê Şingalê li rêkeftinê nerazî ne.

Mijareke din a rêkeftina Şingalê, mijara ewlekariyê ye. Li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, Pêşmerge û artêşa Iraqê dê Şingalê û derdora wê biparêzin û rêxistinên çekdarî yên din bo derveyî sînorê vê qezayê tên dûrxistin.

Niha bi kêmanî heft hêz li Şingalê hene ku ew jî ev in:

1-Hêza Parastina Êzîdxanê – Ser bi Herêma Kurdistanê ve ye.

2-Fermandariya Pêşmerge ya Şingalê - Ser bi Herêma Kurdistanê ve ye.

3-Firqeyên 71,15 û 20 ên Artêşa Iraqê.

4-Firqeya 6 a Polîsê Federalî ku ji dosyeya ewlehî ya qezayê berpirsyar e.

5-Polîsê xwecihî li nav bajêr

6-Asayişa Êzîdxanê – Li navenda Şingalê

7- Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) – Li derveyî Şingalê.

Raydarên YBŞ li dijî rêkeftina Şingalê ne. Zêdeyî 5 mehan e hevdîtin di navbera rayedarên YBŞ û Iraqê de berdewam in, lê hêj negihîştine ti encamekê.

Serokê Partiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Umer Salih pêştir derbarê rewşê de ji Rûdawê re gotibû: “Em bi dehan caran ligel hev rûniştin, em dixwazin bi rêya diyalogê pirsê çareser bibin. Em ti caran şer naxwazin, lê dema kesek were li mala te êrişî te bike, tu jî neçar dibî bersiva wan bidî. Heta niha hevdtîn negihîştine encamekê.”

Di 9 Cotmeha 2020, Bexda û Hewlêr li ser asayîkirina rewşa qezaya Şingalê û birêvebirina qezayê ji aliyê îdarî, emnî û xizmetguzarî ve rêkeftin kirin. Rêkeftin ji sê teverên îdarî, emnî û avedankirinê pêk tê û paşkoyeke 9 xalî jî li xwe digire, ku têde xişteya çavdêriya jibo cîbicîkirina rêkeftinê û asayîkirina rewşa Şingalê hatiye diyarkirin.