Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyeke taybet li Qubad Talebanî dikim

01-04-2021
RÛDAW
Nîşan Qubad Talebanî Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Iraq Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pesendkirina budceya Iraqê wek serkeftineke baş û handera çareserkirina pirsgirêkên din ên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî binav kir û destxweşiyên “taybet” li Qubad Talebanî, şanda li gel û fraksiyonên Kurdistanî kir ku “piştevanên hev bûn bo cêgirkirina beşa Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya pesendkirina budceya Iraqê, pîrozbahî li gelê Iraqê û destxweşî li serokatî û hemû fraksiyonên Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, hewlên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim ji bo kêmkirina nakokiyan û gihiştina bi rêkeftinê, wek cihê rêz û spasiyê binav dike û radigihîne, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, seqmgirî, avedanî û pêşerojeke baştir, Iraqê pêwîstî bi hevkariyeke hevbeş û karên bi hev re heye û divê em hemû piştevaniyê li vê arasteyê bikin.”

Nêçîrvan Barzanî destxweşiyeke taybet li Serokê Şanda Danûstandinkar a Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî dike ku “li gel endamên şanda Herêma Kurdistanê, bi demdirêjî û serkeftî, danûstandineke dijwar derbas kir. Herwiha destxweşî li fraksiyonên Kurdistanî dike ku “hevkar û piştevanên hev û şanda hikûmetê bûn bo cêgirkirina beşa Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya xwe derbirî ku hemû alî pabendî yasayê bin û dibêje, “Pesendkirina budceyê dikare destpêkeke baş û handera çareserkirina pirsgirêkên din ên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî be. Cîbicîkirina yasayê dibe sedema bihêzkirina proseya siyasî, pêkvejiyan, çespandina mafê hemwelatîbûnê bo hemûyan. Deriyê giftugoyeke berhemdar bo hemû aliyan vedike da ku bi hev re ji bo seqamgirî, avedanî û pêşkeftina welat kar bikin.”

Êvariya Çarşemê, parlamentoya Iraqê budceya sala 2021 pesend kir ku yek ji maddeyan (maddeya 11) beşa budceya Herêma Kurdistanê bû.

Serokê Şanda Danûstandinkar a Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî, piştî pesendkirina budceyê, peyameke vîdyoyî belav kir û tê de destxweşî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku piştevanê danûstandinên ji bo pesendkirina beşa budca Herêma Kurdistanê bû di budceya 2021 a Iraqê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst