Termê Miryem Qazî Mihemed li Kelarê bi xakê hat spartin

01-04-2020
RÛDAW
Nîşan Miryem Qazî Mihemed Pêşawa Qazî Mihemed Kurdistanû Rawest Araştırma Şirketi Urdin Komara Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi amadebûna serpereştên îdareya Rêveberiya Germiyan û hejmareke ji berpirsên hikûmî û hizbî û kes û karan, termê Miryem Qazî Mihemed, keça Pêşawa Qazî Mihemed, li goristana Kelara kevn bi xakê hat spartin.

Piştî ku termê Miryem Qazî Mihemed bi rêya firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê gihişt Herêma Kurdistanê, îro merasîmek li kêleka gora hevserê wê Serdar Begê Caf li Kelara kevn hat pêkanîn û bi xakê hat spartin.

Miryem Qazî Mihemed ku heftemîn û biçûktirîn keça Pêşewa Qazî Mihemed, Serokê Komara Kurdistanê bû, li welatê Urdinê koça dawî kiribû.

Miryem Qazî di sala 1945an de û şeş mehan berî damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Mihabadê ji dayik bûbû û zaroka herî dawiyê ya Pêşawa Qazî Mihemed û Mîna Qazî bû.

Miryem Qazî

Sala 1945an li Mihabadê ji dayik bûye. Şeş mehan berî damezrandina Komara Kurdistanê ji dayik bûye.

Zaroka dawî û herî biçûk a Qazî Mihemed e.

Li Mihabadê mezin bûye û qonaxa dibistanê li heman bajarê qedandibû. Qonaxên din ên xwandinê li Tehranê qedandibû.

Li Tehranê li gel Serdar Begê Caf zewicîbû. 3 zarokên wê yên bi navên Sîrwan, Seyran û Soma hene. Roja 15ê Adarê li paytexta Urdinê bajarê Emmanê koça dawiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst