Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Grûpa el Hemzat a girêdayî Titkiyê 3 jinên Kurd ên Êzidî ji herdu gundên Birc Evdalo û Kîmarê revandine.
Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistinê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê çend jinên Kurd girtine ku 3 ji wan Kurdên Êzidî ne.
Ji nav Gundê Birc Evdalo, çekdarên Grûpa el Hemzat keçeke 20 salî û diya wê ya 48 salî girtine.
Rêveberê Saziya Êzidyan li Herêma Efrînê Elî Îso, zanyariyên hûr derbarê sê jinên Kurd ên Êzidî ku li herêma Efrînê hatine girtin Rûdawê û ew dibêje: “Xezale Betal, ji gundê Birc Evdalo ye, temenê wê nêzîkî 20 saliyê ye, roja 5ê Adara 2020an hatiye girtin. Ew li ser destê grûpeke çekdar hatiye girtin û niha li zindaneke Cindirêsê girtî ye.”
Elî Îso diyar kir ku Gulê Hesen jî ji gundê Birc Evdalo ye û ew li ser destê grûpa Hemzat hatiye girtin û got: “Temenê Gulê Hesen 48 sal in. Diya Xezale Betal e. Roja 9ê Adara 2020an hatiye girtin û li gundê Birc Evdalo girtî ye.”
Bi gotina Elî Îso, Arîn Dilî Hesen ji gundê Kîmarê ye, temenê wê 21 sal in, roja 27ê Sibata 2020an li ser destê grûpa Hemzat hatiye girtin.
Birayê Arîn Hesen, keça 21 salî ku ji aliyê grûpa navborî ve ji 27ê sibatê ve hatiye girtin dibêje: xwîşka min bêguneh hatiye girtin û grûpa çekdar daxwaza fidyeyê li me dike.
Hesen Dilî Hesen ku birayê Arîn Dilî Hesen e, dibêje xwîşka wî bêguneh hatiye girtin û grûpa çekdar daxwaza fidyeyê li wan dike.
Derbarê girtina jinên Êzidî li ser destê grûpên çekdar, Elî Îso, Rêveberê Saziya Êzdîna, ji Rûdawê re dibêje bêdengiya li hember girtina jinan hiştiye çekdar binpêkirinên xwe zêde bikin.
Çavkaniyên ku ji nava Efrînê bo Rûdawê axivîne, tekez dikin ku armanc girtina jinan têvdane xelkê ser koçberiyê ye û wergirtina pereyên pirr ji kesûkarên wane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse