Çîroka kuştina dayîk û kurekî Kurdê Êzidî li Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) – Ridwan ê heft salî û dayîka wî ji ber bomberankirina firokeyên hevpeymaniya navdewletî li bajarokê Hecîn ê ser bi Dêrszorê li Sûriyê canê xwe ji dest dan.

 

Piştî bidawîanîna leşkerî ya DAIŞê, li Rojahilatê Ferat, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê malbata Ridwan li benda rizgarkirina wî û dayîka wî bûn, lê nûçeya kuştina wan bihîst.

 

Keskûkarên wan bê ku cenzayê wan bigihêjin wan konê şînê vedan.

 

Leyla Telo ya ji destê DAIŞê rizgarbûyî dibêje: “Min berdewam bi telefonê ligel wê diaxaft û digot min rizgar bikin, lê ji ber DAIŞê derfet nebûn. Firokeyê lê da û ji linga ket û nekarî baz bide. Jixwe piştî wê yekê telefon qut bû û me duh ev nûçe bihîst.”

 

Malbata navborî berî hatina DAIŞê ji çar kesan pêk dihat. Herwiha çaresnûsa xwiş û bavê Ridwan jî nediyar e.

 

Kesûkarên wan niha li bende ne ku xwişk û bavê Ridwan rizgar bibin.

 

Xalid Telo jî got: “Ev li Hecînê ji aliyên firokeyên şerî ve hatine kuştin. Herwiha keça wê jî birîndar bûye. Ev zêdeyî 4 salan bû ku em li bendê bûn xelkê me vegerin malên xwe. Lê mixabin me nûçeyên nexweş bihîstin.”