Li Wanê kox herifî: 360 ajel telef bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ser bi bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde kox herifî û 360 mî û bizin telef bûn.

 

Li deverên çiyayî yên Şaxê barana zêde bandoreke xirab li jiyana welatiyan kir.

 

Barana zêde doh danê êvarê li Kolana Yaylaonu ya Taxa Sozveren bû sedema herifîna koxa pez ku bi kerpîçan hatibû çêkirin û 370 mî û bizin di bin ax, kevir û daran de man.

 

Li ser hewara xwediya pez Şehrîban Şîpal, hêzên cendirme û agirvemirandinê hatin cihê bûyerê û 10 ajel sax ji bin dar û beran hatin derxistin.

 

180 mî, 120 berxik û 60 bizin telef bûn. Tîmên Rêveberiya Kiştûkal û Daristanan a Bajarok ligel xwediyê pez Şehrîban Şîpal hevdîtin pêkanîn û girtename amade kirin.