EFRÎN – Pêvajoya guhertina demografiyê ketiye warê bicihkirinê

Hewlêr (Rûdaw) - Guhertina demografiyaya herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê û bicîkirina ereb û tirkumanan li şûna kurdan ku nişteciyên resen ên herêmê ne, êdî ne tenê metirsî ye, ew rewş ketiye warê cî bicîkirinê de.

 

Li gorî çavkaniyên ku ji deverên cuda cuda ji Rûdawê re axivî ne, pêvajoya guhertina demografî bi cidî dest pê kiriye.

 

Roja şemiyê, 50 malbatên ku ji Xûteyeya Rojhilat ji bo Idlibê hatibûn veguhestin gihaştin bajarokê Cindirêsê li rojavayê bajarê Efrînê.

 

15 malbatên Ereb li gundê Qitmê li rojhilatê Efrînê ku beşek ji nişteciyên wî kurdên Êzîdî ne hatine bicîkirin.

 

Her wiha hejmarek malbatên Ereb li nav bajarê Efrînê bi xwe jî di nav çend yekîneyên niştecîbûnê de hatine bicîkirin.

 

Li gundê Kaxurê yê ser bi bajarokê Mabata ve 3ê malbatên ereb hatine bicîkirin.

 

Li devera Reco jî, malbatên çekdarên opozisyonê li gundê meydan Ikbisê û çend malên ereb li gundê mosaka hatine bicîkirin.

 

 Li her du gundê Qurnê ser bi Bilbilê ve û Bsûfanê li devera Şêrawa, malbatên çekdarên tirkemen ku xelkê Ezazê ne hatine bicîkirin.

 

Ji aliyekî din ve, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, rêgiriyê li vegera xelkê çend bajarok û gundên Herêmê dikin.

 

Çavkaniyeke taybet ji herêmê ji Rûdawê re da zanîn ku grûpên çekdar rêgiriyê li vegera xelkê bajarokê Şiyê û gundên Qermiliq, Sinarê, Anqelê, Hêkicê, Meraniyê, Kefeersefrê dikin.

 

Heman dema ku xelkê Herêma Efrînê li bendî vegera li ser mal û milkê xwe ne û di rewşeke pir xirab de li çolê û bi rojan li ser rêbendan û rêyên vegerê li ber sir û sermayê dimînin, Xelkê biyanî di nava malên wan de û li ser cih û warê wan tên bicîkirin.