Efrîn tê erebkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend gundên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê malbatên Ereb li şûna nişteciyên Kurd hatine bicîkirin.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî, duh Şemiyê 50 malbat ku ji Xûteyê ji bo Idlibê hatibûn veguhestin, gihaştine bajarokê Cindirêsê li rojavayê bajarê Efrînê.


Li gorî heman çavkaniyan, 15 malbatên Ereb li gundê Qitmê li rojhilatê Efrînê hatine bicîkirin.


Herwiha hejmarek malbatên Ereb li nav bajarê Efrînê bi xwe jî di nav çend yekîneyên niştecîbûnê de hatine bicihkirin.


Ji aliyekî din ve, grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve, rê li ber vegera xelkê çend bajarok û gundên Efrînê digirin.


Çavkaniyeke taybet ji herêmê ji Rûdawê re da zanîn ku grûpên çekdar rêgiriyê li vegera xelkê bajarokê Şiyê û gundên Qermiliq, Sinarê, Anqelê, Hêkicê, Meraniyê, Kefersefrê dikin.


Hejmareke zêde ji gund û bajarokên Efrînê hê hema hema vala ne.


Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn, ji tirsa guhertina demografiya deverê, hewl didin ku vegerin ser cih û warên xwe.


Zêdetirî 200 hezar kes ji Efrînê koçber bûne û niştecihên Efrînê jî daxwaza xurek û pêwîstiyan dikin ku hêz alîkariyên pêwîst negihiştine bi hezaran welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê. Herwiha rewşa koçberên Efrînê jî wek rewşa xelkê nav bajêr xirab e.