VÎDEO – Cindirês di rewşeke perîşan de ye

01-04-2018
RÛDAW
Navenda bajarokê Cindirêsê piştî kontrolkirina wê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve.
Navenda bajarokê Cindirêsê piştî kontrolkirina wê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve.
Nîşan Efrîn Cindirês Kurd Wêranî Tirkiye Opozisyona Sûriyê Koçber Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê dîmenên herî nû ji nav bajarokê Cindirêsê û hin gundên derdorê belav dike, ku di dîmenan de xuya dibe, ku li deverê wêraniyeke mezin çêbûye.

 

Di dîmenan de, asewarên wêraniyê li nav Cindirêsê diyar in. Rêjeyek baş ji xelkê gundan jî vegeriyane ser mal û milkên xwe.

 

Di dîmenan de xuya dibe, ku li nav bajarokê Cindirêsê asewarên wêraniyê diyar in. Rêjeya wêrankariyê li Cindirêsê gelek zêde diyar dibe û li gorî dîmenan, hema hema nêzîka %40ê Cindisê wêran bûye.

 

Li derdor û gundên ser bi Cindirêsê ve rêjeya wêraniyê kêmtir e.

 

Herwiha li gorî zanyariyan, tevî rêgirîkirina hêzên Tirkiyê û opozisyona Sûriyê, hejmareke baş a welatiyên gundên Cindirêsê vegeriyane ser mal û milkên xwe.

 

Lê li aliyeke din koçberên ku ji Xûteya Rojhilat hatine derxistin, li Cindirêsê û derdora wê hatine bicîkirin. Çavkanên xwecihî li Cindirêsê ji Rûdawê re dane xuyakirin, ku li gundê Mihemediyê hejmarek koçberên ereb hatine bicîkirin.

 

Çavkaniyên xwecihî yên li Efrînê herwiha diyar kirine, ku rojane nêzîkî 500 koçberên Xûteya Rojhilat, Hema û Idlibê li herêma Efrînê tên bicîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst