Sîstema nû fermanberên Silêmaniyê kir du alî
Silêmanî (Rûdaw) – Ragihandina sîstema nû ya mûçeyan li Silêmaniyê dawî bi nerazîbûnê neaniye, lê du nêrînên ciyawaz li ser boykot û destpêkirina kar çêbûne.
Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Karmendên Tendirustiyê Hawjîn Usman diyar kir: “Niha tiştê ku hatiye belavkirin, karmend kirine du beş, beşekê dilniya ye û beşa din jî dilniya nîne. Kesên ku bi dilê wan nîne, dibêjin em hinekî din jî zextê bikin, çimku eger zexta zêdetir li hikmetê bikin, dê tiştekî baştir bikin. Ewên ku bi dilê wan e jî, daxwaza dilniyayî dikin. Nûnerên min dibêjin: Hikûmetê ev pêngav avêt, kî dibêje dê cîbicî bike?”
Hinek ji karmendên tendirustiyê li ser sîstema nû ya mûçeyan bi temamî nerazî ne û li ser zextkirina li hikûmetê rijd in.
Endamê Borda Rêxistin û Dezgehên Tendirustiyê Serkewt Celal dibêje: “Daxuyaniya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser başkirina paşekewta mûçeyan ragihandiye, li cem me başkirina paşekewta mûçeyan nebû, daşikandina mûçeyan bû.”
Nerazîtî û xwepêşandana mamosteyan li ber dadgeha Silêmaniyê berdewam e. Pêşengên xwepêşandanê li benda partîkkirina sozan in.
Li Silêmaniyê di serdema duyem a perwerdeyê de ji 10 rojan kêmtir mamoste çûne ser karên xwe û dibistan vebûne, herwiha ji mehekê kêmtir maye ku perwerdeya sala 2017-2018 bi dawî bibe. Eger boykota mamosteyan berdewam bibe, li Silêmaniyê dibe saleke xwendekaran bêperwerde ji dest diçe.