Tirkiye li Başûrê Kurdistanê heta kuderê hatiye?

Sîdekan (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê bi hinceta dûrxistina êrîşên PKKê yên li ser sînoran, bi kûrahiya nêzîkî 17 kîlometre, li nav axa Başûrê Kurdistanê bi çêkirina 3 kelhên leşkerî ve mijûl e. Rêveberê Bajarokê Sîdekanê jî eşkere dike ku nêzîkî hezar leşker li wê deverê hatine bicihkirin û niyeta wan a vegerê jî tine.

 

Leşkerên Tirkiyê ketine gundê Êşme yê navçeya Soranê û li bilindahiyên wî gundî bi cih bûne. Xelkê gundê Êşme bi çandinî û ajeldariyê ve mijûl in, lê ji kar û xebata xwe bûne û heta nikarin ajelên xwe jî ji gund derxin derve.

 

Welatiyekî ji gundê Êşme yê bi navê Sîrwan Çavşîn dibêje: “Dest û lingên me girêdayî ne. Çar aliyên me leşkerên Tirkiyê ne. Heta em nikarin ajelên xwe ji gund derxin û biçêrînin.”

 

Tirkiye ji gundê Mawan ê Bakurê Kurdistanê ber bi çiyayê Kitkîn, bi vekirina rêyeke wesayîtan ve mijûl e.

 

Welatiyekî bi navê Serbaz Kerîm dibêje: “Artêşa Tirkiyê çend roj in bi vekirina rêya wesayîtan ve mijûl e, daku bi hêsanî tank û zirpoş bigihînin bilindahiyan, herwiha qereqol jî çêdike.”

 

Rêveberê Bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand: “Tirkiyê zêdetirî hezar leşker bi çekên giran û kelûpelên leşkerî anîne vê deverê, niyeta wan a vegerê tine ye û bi çêkirina leşkergehan mijûl in.”

 

Roja 10ê Adara 2018an Tirkiyê bi rêya helîkopterê bi dehan leşker ji Gevera Bakurê Kurdistanê ve veguhestin bilindahiyên Biradost ên li parêzgeha Hewlêrê, ji wê demê ve jî hejmara leşkeran bi awayekî berdewam zêde dibe.