Amedî ji biryara hikûmeta ya ser Baxçeyên Hevselê nerazî ne

Amed (Rûdaw) – Wezareta Bajarvanî û jîngehê, bi biryarnameyeke di erka qanûnê de  Baxçeyên Hevsela Amedê ji avasaziyê re vekir û niha proje temam bûye. Wezaret dibêje ku armanca wan ew e, ku vê derê xweştir bikin da ku gelê Amedê bikaribin jê sûdê wergirin. Lê Platforma Ekolojiya Amedê  helwesta wezaretê cuda dibîne.

 

Bi hezaran sal e Baxçeyên Hevsela Amedê giyan dide dewrûberê xwe. Bi hevalbendiya Çemê Dîcleyê hem erdeke bi bereket û herwisa mesken e ji teyrû tûran re. Lê niha hikûmet dixwaze vê qadê ji avasaziyê re veke.

 

Serokê Platforma Ekolojiya Amedê Guner Yanliç  dibêje; “Hikûmat dixwaze ku alîgirê xwe dewlemend bike û ji wana re deriyê berjewendiyên aborî veke. 10 sal berê Şaredariyên DBPê jî dixwestin ku van xebatan li vê derê bikin, me wê gavê jî qebûl nekir û em yê hikumetê jî niha qebûl nakin.”

 

Xebatên avasaziya Baxçeyên Hevselê di vê mehê de destpêkirin, niha makîneyên kar dixebitin da ku rê û şiverêyan çêbikin.

 

Faîq Mercan xudan erdeke biçûkê nav Hevselê ye, mala wî hate îstimlaqkirin û wî perê xwe jî standiye, hîn jî di nav baxçeyê xwe de dixebite, ji ber ku hemû temenê wî li vê derê derbas bûye û nikare dev ji vê derê berde.

 

Faîq Mercan dibêje; “56 sal e ku malbata me li vê derê ye. Di nav baxçeyên me de, gelek curên daran hebûn niha hatine birîn. Me serî li parêzer da lê parêzerê me got ku yasa derketiye û em nikarin berî li ber bigirin.”

 

Mafnas Şivan Cemîl Ozen jî bi vê meseleye re ji nêz ve xerîk e û ew dibêje, Wezaret kareke ne yasayî dike.

 

Şivan Cemîl Ozen dibêje; “Hikumat dibe ku di Rewşa Awarte de biryarname derbixe lê divê babeta biryarnameyê bi Rewşa Awarte ve têkildar be. Rewşa Awarte ji ber şer alozî û kodetayan hate derxistin. Gelo çi têkiliya Baxçeyên Hewselê bi şer alozî û kodetayê heye ku biryarname li ser tê derxistin.”


Baxçeyên Hewselê li keviyê Bajarê Amedê ye, di ber de çemê Dîcleyê derbas dibe. Di 2013ê de Şaredariya Amedê ji bo wê derê serî li saziya navdewletî UNESCOyê da, namzetiya wê hate pejirandin û di sala 2015ê de Baxçeyên Hewselê bû mîrateke cîhanî.