KURDİSTAN – Pîrozbahiyên Cejna Ekîto û serêsala Aşûriyan birêve diçin

01-04-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Cejna Ekîto Sersala Babîlî Aşûrî Kildanî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li bajarê Duhokê bi helkefta Cejna Ekîto û sersala Aşûrî-Babiliyan çendîn çalakiyên curbicur hatine sazkirin.

 

Kildan, aşûrî û suryaniyên Duhokê ji bo pîrozbahiyên Cejna Ekîto û serêsala nû ya Aşûrî û Babîlî çalakiyeke mezin sazkirin. Hejmareke kesayetên siyasî, parlamenter û kesayetên olî, herwiha gelek aşûriyên ji Kurdistan û derveyî welat hatine, beşdarî çalakiyan bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî ragihand, piştî şerê DAIŞê ev yekemîn pîrozbahiya mezin a cejna krîstiyanên deverê bû.

 

Çalakvan bi cilûbergên gelerî nêzîkî 2 kîlometreyan meşiyan.

 

Sala nû ya Babîlî û Aşûrê di 1ê Nîsanê de dest pê dike. Ligel aşûriyan meha Nîsanê meheke pîroz e. Gelê aşûrî, kildanî û sûryanî beriya serê salê genim, nîsk û ceh datînin pêşiya peykerê Xwedayê Temûz.

 

Li gorî baweriya sûryanî, kildanî û aşûriyan ev cejin ji 6 hezar salan û virve tê pîrozkirin. Ew dibêjin ku cejna Ekîto sersala aşûriyan e û bi zimanê wan weke ‘’Xanîsan’’ jî tê naskirin.

 

Li gorî baweriya wan ev roj roja xêrê ye û destpêka buharê ye. Efsaneyên wan dibêjin di vê rojê de Xwedawenda evînê Îştar bi Xweyê Xwezayê Temûz re zewiciye.

 

Rêwresmên Cena Ekîto û Sersala Babilî li Herêma Kurdistan û Iraqê, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li Ewropa û Amerîkayê jî tên sazkirin. 


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst