Yûnanistan 500 koçberan vedigerine Tirkiyê

Navenda Nûçeyan – Yûnanistan dê roja Duşemê 500 koçberên nû ku ji Tirkiyê derbasî wî welatî bûne, wê careke din li Tirkiyê vegerîne.

Di nava wan penaberan de ku dê li Tirkiyê werin vegerandin, penaberên Sûriyê û Kurd jî hene.

Berî niha Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê li hev kiribûn ku kesên nû ku ji Tirkiyê derbasî Yunanistanê dibin, careke din li wî wlatî werin vegerandin.

Tirkiyê beramberî hewandina wan koçberan, dê 6 mîlyar dolar ji Yekîtiya Ewropa bistîne.

Pereyên ku Tirkiyê ji Yekîtiya Ewropa disîtne jî, dê di warê xizmetguzarî, xwendin, tenduristî û gelek warên din de, ji bo koçberan werin mesrefkirin.

Yekîtiya Ewropa bi vê yekê dixwaze, rê li pêşiya koçberiya qaçax bigire, ku ji Tirkiyê bi riya deryaya Îce xwe digihînin Yunanê û ji wê derê eger karibûn xwe digihînin welatên din yên Ewropa.