Nazim Debax: Haya me ji nameya girtiyan nîne

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Omer Debax, diyar kir ku hinek welatiyên Herêma Kurdistanê li Îranê girtî ne û got, eger ji wan bê xwastin dê li pey karên wan girtiyan biçin.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nazim Debax, ji Rûdawê re ragihand, hinek welatiyên Herêma Kurdistanê ku hejmara wan nayê zanîn, ji ber sedemên cur bi cur li Îranê hatine girtin.

Debax, li bara hewlên nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lipeyçûna karên wan girtiyan de jî wiha got, “Eger girtiyên han daxwaza alîkariyê ji me bikin emê li pey karên wan herin.”

Hinek rojname û saziyên ragihandinê duh (01.04.2013) ragihandin ku 200 welatiyên Herêma Kurdistanê ku li girtîgeha Recayî ya bajaê Kerec ê Îranê bi nameyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwastine li pey karên wan biçin.

Li bara wê nameyê de, nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê got, haya wan ji nameyê nîne û heta niha tiştek li ser vê yekê negihîştiye destê wan.