PDK-Îyê li ser banga Ocalan helwesta xwe diyar kir

01-03-2025
RÛDAW
Nîşan PDK-Î Abdullah Ocalan PKK Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistan - Îranê (PDK-Î) li ser banga Ocalan got, "Her tim baweriya me bi çareseriya aştiyane ku vebijêrka herî baş e heye."

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.

Partiya Demokrat a Kurdistan - Îranê (PDK-Î) derbarê peyama Abdullah Ocalan, daxuyaniyek belav kir û tê de got:

"Her dem baweriya me bi çareseriya aştiyane heye ku ji bo çareserkirina pirsgirê Kurdan a li hemû parçeyên Kurdistanê vebijêrka herî baş e."

Her wiha PDK-Îyê got, "Partiya Demokrat bi çavekî erênî li vê mijarê dinêre û hêvîdar e ku ev pêvajo bi awayê herî baş rêrewên asayî û yasayî yên xwe bigire, û encamên dilxwaz ji bo her du gelên Kurd û Tirk ên li Tirkiyeyê hebin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst