HPGyê bîlançoya şerê sibatê eşkere kir

01-03-2024
Nîşan HPG Bîlançoya Şer Sibat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG), bîlançoya şerê meha sibatê eşkere kir.

Li gorî amarên HPGyê, meha sibatê yek jê serpel 41 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 3 leşker jî hatine birîndarkirin.

HPGyê da zanîn ku meha sibatê gerîlayê bi navê Şervan Varto canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan meha sibatê 18 çalakî li dar xistine.

HPGyê destnîşan kir ku Tirkiyeyê meha sibatê “211 caran bi balafirên şer, 5 caran bi helîkopteran, carekê bi çekên qedexekirî û 10 caran jî bi dronên bombebarkirî” êrişî gerîlayan kiriye.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh gotibû ku di nava hefteyekê 25 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst