Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê: Nêçîrvan Barzanî jî beşdar dibe

01-03-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bibe îro diçe Tirkiyeyê.

Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi gelek serkirde û rayedarên pilebilind ên welatan re bicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê dê bi beşdarên konferansê re hejmarek pêk bîne û têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj bike.

3yemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) îro dest pê dike û dê heta 3yê Adarê berdewam bike.

Dê serokên 19 welatan, 73 wezîr û 57 nûnerên navneteweyî beşdarî 3yemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bibin.

Yek ji wan serokan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye ku bi awayekî fermî ji forumê hatiye vexwendin.

Serokê Herêma Kurdistanê dê di forumê de bi serkirde û wezîrên welatan re beşdarî civînan bibe.

Di civînan de dê peywendiyên Hewlêr-Bexdayê yên bi van welatan re, rewşa Îraqê û pêşhateyên herêmê bên gotûbêjkirin.

Di 3yemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) ya ku di navbera 1 - 3yê Adarê de tê lidarxistin de dê 52 panel bên kirin.

Di forumê de ji bilî pirsgirêk û qeyranên cîhanî, gelek mijarên wekî guherîna keşûhewayê, koçberî, dijberiya Îslamê, şerê bazirganî û hişê çêkirî dê bên nîqaşkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê axaftina vekirinê bike û piştre Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan biaxive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî wê forumê dibê û tê çaverêkirin sibe (2ê Adarê) di çarçoveya wê forumê de gotarekê pêşkêş bike.

Yekemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) di navbera 18 û 20ê Hezîrana 2021ê de hat lidarxistin.

Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê di navbera 11-14ê Adara 2022yan de hat lidarxistin.

Par jî ji ber erdhejên Mereşê forum hatibû betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst