30 sal in girtî ye, berdana wî hat taloqkirin

01-03-2024
Nîşan Sedat Atsiz Girtiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdana Sedat Atsizê ku ev 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Boluyê tê girtin, 3 mehan hat taloqkirin.

Endamên malbata Atsiz ji bo wî bînin ji Amedê çûne Boluyê lê bêyî ku Atsiz bînin vegeriyane mala xwe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), cezayê ku lê hatiye birîn xelas bûye lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê berdana wî asteng kiriye.

Li gorî agahiyên ku malabata wî dane, berdana Atsiz bêyî ku ti sedem were nîşandan 3 mehan hatiye taloqkirin.

Malbatê piştre telefonî îdareya girtîgehê kiriye lê wan jî ti agahî nedane.

Sedat Atsiz sala 1994an li Amedê hatiye desteserkirin.

Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) Atsiz darizand û bi hinceta “xerakirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê” cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hat birîn.

Atsiz cezayê xwe xelas kiriye lê hîn nehatiye berdan.

Hat zanîn ku Atsiz dema sala 2019an li Girtîgeha Amedê dihat girtin, krîza dil kiriye û nexweşiyên wî yên prostat û gurçikan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst