Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsinê Alî Bozan, di salvegera koça wî de Mela Mistefa Barzaniyê Nemir bi bîr anî.
Îro 45emîn salvegera koça dawî ya general û rêberê mezin ê Kurd Mela Mistefa Barzaniyê Nemir e.
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Mêrsinê Alî Bozan, li ser hesabê xwe yê Xê Barzaniyê Nemir bi bîr anî.
Alî Bozan di peyama xwe de wiha got:
“Ez Mele Mistefa Barzaniyê ku ji bo yekîtiya gelê Kurd kedeke mezin daye, bi rehmetê bi bîr tînim.
Meşa birûmet a ku rêberên Kurd ên mezin daye destpêkirin, berdewam dike.”
Barzaniyê Nemir 45 sal berê ji nav me bar kir
Wî jiyanake pir bi tekoşîn borand û di dirêjahiya sedsalekê de mohra xwe li tekoşîna azadiya gelê Kurd xist.
Jiyana Mela Mistefa Barzanî bi şer, koçberî, nefî, wêranî, serkeftin û bi trajediyên mezin dagirtî ye.
Mela Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildana Kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir.
Barzaniyê Nemir bû generalê Pêşmergeyên Komara Kurdistanê ya Mehabadê û bûye pêşengê şoreşa Kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê.
Mela Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara 1903yan li gundê Barzanê ji dayîk bûye.
Mela Mistefa Barzanî, di zarokatiya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd de mezin nûye.
Ew di sê saliya xwe de bi dayika xwe re li Mûsilê di zîndana Osmaniyan de maye.
Malbata Mela Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20î de ketiye nav tevgera neteweyî ya Kurd.
Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî ji tevgera gelê Kurd re serokatî kiriye.
Mela Mistefa Barzanî, ji sala 1943yan ve li dijî rejîma Îraqê dest bi karê şoreşê kiriye û rêveberiya tevgera rizgarîxweziya gelê Kurdistanê kiriye.
Barzaniyê Nemir sala 1919an beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bûye û bûye berpirsê hêzeke ku 300 kesî pêk tê.
Sala 1920î Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne Bakurê Kurdistanê ba Şêx Seîdê Pîranê da ku hevahengiyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.
Mela Mistefa Barzanî salên 1931-1932yan, li devera Barzanê û li gundên Mêrgesor û Şêrwanê fermandariya wan Pêşmergeyên jiriye ku bi Îngilîzan re şer dikir.
Jîrbûna Mela Mistefa ya di warê serbazî û şerkeriyê de li wê derê eşkere dibe.
Sala 1932yan dema hikûmeta wê demê ya Îraqê bi alîkariya Brîtanyayê êrişî hêzên Kurd dike, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurd dike.
Hikûmeta Îraqê, piştî wî şerî bi salekê lêborînê ji bo hêzên Pêşmerge û malbata Barzaniyan derdixe.
Ji ber wê jî çalakiyên leşkerî yên Pêşmergeyan ji sala 1936an heta 1943yan radiwestin.
Mela Mistefa Barzanî sala 1943yan dîsa xebata Pêşmergetiyê û tevgera Kurdî dide destpêkirin.
Serdema Komara Kurdistanê
Mela Mistefa Barzanî sala 1943yan diçe Sileymaniyê û ji wir derbasî Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mehabadê dibe.
Mela Mistefa Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê bi serokeşîrên Kurd re danûstandinan dike û ev serdana wî hemû Kurdan kêfxweş dike.
Mela Mistefa Barzanî Tîrmeha 1945an vedigere Başûrê Kurdistanê, li gundan bi serokeşîran re danûstandin dike û di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê Pêşmergetiyê bimeşînin.
Heman salê Mela Mistafe Barzanî û Pêşmergeyên wî vedigerin Rojhilatê Kurdistanê û tevî desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê dibin.
Ew sala 1946an di avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de roleke gelekî girîng dilîzin.
Mela Mistefa Barzanî, di Komara Kurdistanê de dibe serleşker.
Dema ku desthilata Îranê êrişî Kurdistanê dike, ew ji Qazî Mihamed dixwaze ku li berx we bide lê Qazî Mihemed biryara şer qebûl nake.
Dema Qazî Mihemed biryara mayînê dide, Alaya Kurdistanê jî wekî emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.
Mela Mistefa Barzanî bi 500 hevalên xwe re derbasî Yekîtiya Sovyetan dibe.
Li Sovyetê jî bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan.
Sala 1946an li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îraqê tê damezrandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.
Mele Mistefa Barzanî, sala 1958an dema ku desthilat li Îraqê diguhere, di ser rêya Misirê re vedigere Îraqê.
Vegere Mela Mistefa Barzanî li ser tevgera neteweyî ya hemû parçeyên Kurdistanê bandorê dike.
Piştî ku li Îraqê desthilat guherî, Qanûna Bingehîn ya nû hat pejirandin.
Di makezagonê hat qebûl kirin ku Îraq ji du miletan, miletên Kurd û Ereb, pêk tê.
Kurd dê welatê xwe bi rê ve bibin. Herwiha PDK li Îraqê dibe partiyeke qanûnî.
Lê desthilata Îraqê, piştî ku xwe xurt kir û lingên xwe da erdê, êrişî Kurdan kir û Mela Mistefa Barzanî jî Îlona 1961ê dest bi şoreşê kir.
Şoreşa Kurdistanê gelekî serkeftî bû lê di nava Kurdan de perçebûn (1964) pêk hat.
Lê dîsa jî vê şoreşa Kurdan ya di bin serokatiya Mela Mistefa Barzanî de heta sala 1970yî berdewam kir.
Desthilatdariya Îraqê û rejîma Beasê mecbûr man ku li Kurdistanê otonomiyê qebûl bikin.
Ev têkoşîna neteweya Kurd a di bin serokatiya Mela Mistefa Barzanî de, 11ê Adara 1970yî bi otonomiya Kurdistanê gihişt encamê.
Neteweya Kurd pêşî bi awayê defacto û pişt re jî bi hiqûqê û bi pejirandina mekezagoneke nû, bi Peymana 11ê Adara 1970yî bû desthilat.
Otonomiya Kurdistanê bi desthilatdarî û hêza xwe ya Pêşmergeyan nîvdewleteke serbixwe bû.
Mela Mustafa Barzanî dîsa sal 1974an dest bi şerê çekdarî kir.
Piştî şikestina Şoreşa Îlonê, Mela Mistefa Barzanî hewl da bi rêya têkiliyên xwe yên taybet piştevaniyekê ji gelê Kurd re peyda bike û bi vê armancê berê xwe da Amerîkayê.
Mela Mistefa Barzanî 1ê Adara 1979an li nexwaşxaneyeke Amerîkayê koça dawî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse