Barzaniyê Nemir li Êlihê hat bibîranîn

01-03-2024
Nîşan Barzanîyê Nemir Koça Dawî Salveger Êlih Bibîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro bi minasebeta 45emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistafa Barzanî li bajarê Êlihê konfernaseke bibîranînê li dar xist.

Konferans li Hola Parêzer Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê hat lidarxistin.

Serokê Teşkîlata Êlihê ya PWKyê Azîz Ozdemîr moderatoriya konferansê kir.

Azîz Ozdemîr derbarê armanc û bernameya konferansê agahî dan axêverên konferansê dan nasîn.

Di destpêkê de vîdeoyeke ku ji kurtejiyana Mela Mistafa Barzanî pêk hatibû hat pêşkêşkirin.

Paşê Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, nivîskar û lêkolînerê Kurd Seîd Veroj û siyasetmedarê Mele Arîf Sumerkan derbarê jiyan, têkoşîn, xebat û rol û girîngiya Mela Mistafa Barzanî axavîn.

Vîdeoyeke şaîrê Kurd Seydayê Gurdilî ya ku helbesta xwe ya bi navê "Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu" dixwîne hat nîşandan.

Herwiha vîdeoyeke ku şaîrê Kurd Ahmed Kurdî jî helbesta xwe dixwîne hat pêşandan.

Helbestvanê Kurd Şêxmûs Hemo jî derbarê Mela Mistafa Barzanî helbestek xwend.

Konferansa bibîranîna Mela Mistafa Barzanî bi beşdarîyeke gelekî baş li dar ket.

Gelek siyasetmedar û kesayetên Kurd beşdarî konferansê bûn.

Li gel rêvebir û endamên PWKyê, şandeyên PSK, HAK-PAR, PDK-BAKUR, Hereketa Azadî, PYK-S, PDKS, Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî-Sûriya, PDPK-S, HUDA PAR, Platforma Ciwanên Serbixwe, Komeleya Ahmedê Xanî, Komeleya Nûbiharê, Komeleya Şirnexîyan û Komeleya Farqînê beşdarî konferansê bûn.

Herwiha Namzedê Şaredariya Amedê yê HAK-PARê Mehmetşah Eren, Namzeda Serbixwe ya Şaredariya Êlihê Muazzez Bektaş, Namzedê Şaredariya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd û xelkê Êlihê di konferansê de amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst