Êrişa li Silêmaniyê: Qaymeqam daxuyanî da

01-03-2024
Nîşan Silêmanî Êriş Tevgera Azadiyê Qaymeqamê Kelarê Şehab Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Qaymeqamê Kelarê da zanîn ku ew kesê li Kelarê hatiye kuştin, li ser banê xaniyekî bi mûşekê hatiye kuştin.

Îro li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê bi dronan êrişî xaniyekî hatibû kirin û kesekî canê xwe ji dest dabû.

Berdevkê Tevgera Azadiyê Cume Kerîm ragihandibû ku êrişî navendeke Tevgera Azadiyê ya li Kelarê hatiye kirin.

Cume Kerîm herwiha diyar kiribû ku ew wê navendê ji bo civînan bi kar tînin.

Qaymeqamê Kelarê Şehab Ehmed îro bû mêhvanê Bultena 14:00an a Rûdaw TVyê û behsa bûyerê kir.

Şehab Ehmed li ser êrişê ev agahî dan:

“Em çûn cihê bûyerê, êriş bi dronê hatiye kirin û mûşek li wî kesî ketiye.”

 Şehab Ehmed got, li ser avahiya ku hatiye bombebarankirin ti tablo û tabelayên partiyan nînin û pê de çû:

“Kesê ku hatiye kuştin ne kesekî naskirî ye lê dibêjin pêwendiya wê bi Tevgera Azadiyê re hebûye.”

Av dadigirt

Qaymeqamê Kelarê Şehab Ehmed herwiha da zanîn, dema êrişê tenê ew kes li wê avahiyê bûye û wî jî depoya avê ya li ser banê xanî dadigirt.

Laşê wî bi temamî şewitiye

Li rexê din, heta niha jî nasnameya wî kesî eşkere nebûye û Şehab Ehmed ragihand ku laşê wî ji binî şewitiye.

Şehab Ehmed ragihand ku li Kelarê ti cihên fermî yên Tevgera Azadiyê nînin.

Tevgera Azadiyê ya Civaka Kurdistanê sala 2014an ava bûye û ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê destûrnameya fermî wergirtiye.

Tevgera Azadiyê bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin û hevserokên wê yên giştî Tara Husên û Selam Ebdula ne.

Divê were gotin ku doh jî li Silêmaniyê kesekî ji Bedlîsê hatibû kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst