Li Agiriyê li ser hev 5 erdhej çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Giyadinê ya parêzgeha Agiriyê bi hêza 3,9 pileyan erdhejek çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Giyadînê ya Agiriyê demjimêr 04:45an erdhejeke bi hêza 3,9 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê vê erdhejê di kûrahiya 7 kîlometrayan de rû daye.

Li aliyê din li navçeyên Giyadin û Bazîdê di nav saetekê de li ser hev 5 erdhej çêbûn.

Li ser zerer û ziyanên van erdhejan heta niha ti zanyarî nehatiye belavkirin.