Efrîn: Polîsên leşkerî 2 welatiyên Kurd girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Raco û Cindirêsê yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve 2 welatiyên Kurd girtin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) polîsên leşkerî li gundê Bilîlkayê yê navçeya Racoya Efrînê welatiyekî Kurd bi hinceta ku pêwendiya wî bi Rêveberiya Xweser re heye girt.

Herwiha li bajarokê Cindirêsê jî polîsên leşkerî welatiyekî Kurd bi hinceta leşkeriya Rêveberiya Xweser girt.

Heta niha çarenivîsa her du welatiyên Kurd ne diyar e.

Li gorî heman çavkaniyê, 18ê Sibata borî jî, grûpa Ehrar el-Şerqiye û polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyeyê ve 2 welatiyên Kurd li Cindirêsê û gundê Xilnîrê yê Efrînê girtibûn.

Ji bo berdana welatiyên Kurd ji malbatên wan fîdyeyê dixwazin.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.