Neviyê Nelson Mandela li Hewlêrê: Ez kesekî ji we me

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Nelson Mandela Dr. Siyabulela Mandela Foruma Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Di duyemîn Foruma Hewlêrê de neviyê Nelson Mandela Dr. Siyabulela Mandela got, “Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşiya. Wan ji bo bigihin mafên gerdûnî yên wekhev ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatine ragihandin şer dikirin”. Mandela got, ji ber ku têkoşîna wan a bi vî rengî hebûye, ew xwe wek kesekî ji gelê Kurd dibîne.

Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî îro li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê destpê kir.

Di panela duyem a îro ya forumê de, neviyê rêberê efsaneyî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela jî beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.

Neviyê Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela behsa xevata gelê Kurd bo azadî û serxwebûna Kurdistanê kir û ragihand, Ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê em piştgiriya mafên rewa yên Kurdan dikin û got, Afrîkî hê jî ligel gelê Herêma Kurdistanê ne û em ligel mafên we yên rewa ne.

Siyabulela Mandela diyar kir, “Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşiya. Wan ji bo bigihin mafên gerdûnî yên wekhev ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatine ragihandin şer dikirin”.

Siyabulela Mandela got, ji ber ku têkoşîna wan a bi vî rengî hebûye, ew xwe wek kesekî ji gelê Kurd dibîne.

Neviyê Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela di gotara xwe de wiha got:

“Zor spas, berêzan, berpirsên hikûmeta Iraqê, serok û serkirde li seranserê devera Rojhilata Navîn û berpirs û kesên diyar ên civaka navdewletî, herwiha malbata min, gelê min, gelê Kurdistanê; şanaziyeke gelekî zêde ye ku di dawî de derfet bo min çêbû û bi gelê xwe şad bibim. Meha Mijdarê li Parîsê bûm û li wê derê min xwîşkeke hêja dît ku yek ji wan e yên bûn sedem niha li vê derê bim û bo we biaxifim ku navê wê Nesîm Îsa ye; Dema me li Parîsê hevdû dît û ji min re got ew xelka Kurdistanê ye, yekem tişta min jêre got ew bû gelo dizanî min birayê te me? Piştrast jî bûm ku şok dibe dema kesekî Efrîqî jê re dibêje birayê te me; di gotara xwe de behsa wê bo we dikim.

Di warê dîrokî de herdem pir li derdor û di navbera gelên zilmlêkirî li seranserê cîhanê hebûye. Her tim di navbera gelê sitemlêkirî yê Efrîqaya Başûr û gelê zilmlêkirî yê Kurd li Tirkiye, Sûriye, Iraq û seranserê Rojhilata Navîn û di nav  de gelê Filistînê hebûye û divê gebe jî; li ba me gelê Kurd şerê bidesxistina mafê çarenivîsa xwe kiriye, şerê bi yeksanî yê gihiştina mefên xwe yên gerdûnî kirine, herwek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye ferzkirin. Tişta em ji nifşê berî xwe ve fêr dibin hebûna hevgirtin û hevsoziyê ye di navbera gelên zilmlêkirî û paşguhkirî yên cîhanê. Ev jî wê rastiyê piştrast dike ku dema em bihev re ne bihêztir in. Dema General Mistefa Barzanî serkirdayetiya gelê Kurd dikir di sala 1946an de, Mandela û hevtemenên wî ji nifşê wê demê ders jê werdirtin di warê stratejî, taktîk, berxwedan, hêza wî û gelê wî ya destpêkirina şerekî bihêz bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe; dema Mandela û hevalên wî di salên 60î heta salên 90î yên sedsala borî hatin desteserkirin û zîndanîkirin, gelê Kurd û gelê Filistînê bûn ku ligel me bûn, herçiqas hun bi şerê azadiya xwe ve mijûl bûn.

Ligel rewşa we ya dijwar, we karî dema xwe veqetînin û Mandela û hevalên wî jibîr nekin. Hejmareke we ya zêde dema li zanîngehê bûn, bi xwepêşandan, grev û sloganan azadkirina Mandela ji zîndanê bilind kir, her ew bû ku wiha kir dema Mandela û hevalên wî dawî di 1990an de azadî û serxwebûna xwe bidest xistin; Mandela eşkere û vekirî got ku hê azadiya me temam nebûye heta wê dema xelkê Filistîn û gelê Kurdistanê li hemû navçeya Rojhilata navîn azad dibin. Dema Mandela di sala 1992an de Xelata Aştiyê ya Ataturk a hikûmeta Tirkiyê red kir, ew bi xwe carnameyek bû û tekezkirin bû ku em ligel gelê Kurd in di şerê diyarkirina mafê çarenivîsa xwe de. Em ligel gelê Kurd radiwestin di hewldanên wan ên gehiştine bi mafên mirov, herwek di sala 1948an de li Neteweyên Yekbûyî hatin ragihandin; Her ew e ku îro ez li vê derê me daku vê daxuyaniyê rabighînim ku malbata Mandela, gelê Efrîqaya Başûr heta niha jî ligel gelê Kurd radiwestin daku bibêjin, di xebata we de bo mafê çarenivîsê, di xebata we de bo azadî û bo tam azadkirina gelê Kurd li seranserê Rojhilata Navîn ji Sûriyê bo Tirkiyê, ji Iraqê bo Îranê ligel we dibin.

Em û gelê Kurd ku xebata me ya hevbeş heye yek pênaseya me bo azadiyê heye; bi dirêjahiya dîrokê ji sala 1920an heta niha gelê Kurd hevawayê çermreşên Efrîqaya Başûr û gelên din ên seranserê parzemîna Efrîqayê di xebatê de bûne bo azadiyê, lewra axaftineke min bi nivşê niha yê gelê Kurd heye li seranserê Rojhilata Navîn; dibe dema wê hatibe em wek ciwanê vê neteweyê erk ji nifşê berî xwe werbigrin, wê jî bizanin hertim pir di navbera me de hebûye. Dibe niha dema wê be bo çêkirina wan piran; dibe dem hatine platformekê çêbikin ku tê de em ciwan kom bibin; ciwan ji Efrîqaya Başûr û seranserê parzemîna Efrîqa û Rojhilata Navîn bo danîna stratejî û taktîkekî taybet bi wêya ka çawa dikarin berdewamiyê bi piştgirîkirina gelê Kurd û gelên zilmlêkirî li Rojhilata Navîn bidin daku serxwebûna xwe bidest bixin, ji bo bighin mafên xwe yên bingehîn ên daxuyaniyên mafên mirov ên sala 1948an bicivin. Ez dibêjim hun gelê min in û ez yek ji we me. Bapîrê min ê mezin Nelson Mandela dibêje, azadiya me temam nebûye heta wê dema hun negihin mafê xwe yê çarenivîsê û heta mafên mirov bidest dixin. Wek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye ragihandin; heta wê dema gelê Kurd otonomiya xwe werdigre. Helwêsta me ew e ku gelê Ereb û gelê Kurd dikarin wek hev bi hev re bijîn, lewra em vekirî ji hemû hikûmetekê re dibêjin ku berdewam in li ser serkutkirin û paşguhxistina gelê Kurd li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ku gelê Kurd hêja ye bigihe mafê xwe çarenivîsê û îro li vê derê ji serokên amade bûne re dibêjim, divê hun li ser bihêzkirina peywendiyên xwe ligel Efrîqaya Başûr û welatên din ên Efrîqayê berdewam bin. Bi dirêjahiya dîrokê em û hun ji ber çend sedeman wek yek gel hatine pênasekirin û xebata me ya hevbeş hebûye. Spasiya we dikim.”

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst