Li Amed, Riha û Kilisê piştî erdhejê îro xwendinê destpê kir

01-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê xwendinê destpê kir.

Piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kiribû li wan parêzgehan navber bo xwendinê hatibû dayîn û dibistan hatibûn girtin.

Lê piştî erdhejê bi 23 rojan îro Çarşemê 1ê Adara 2023ê li parêzgehên Amed, Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê û navçeyên wan ku erdhejê bandor li wan kiribû dibistan hatin vekirin û xwendinê destpê kir. Piştî lêxistina zengilên dersê xwendekar derbasî nav polên xwe bûn.

Li gor agahiyan li Amedê 478 hezar xwendekaran û 24 hezar mamosteyan li hezar û 766 dibistanan îro dest bi xwendinê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst