Li Xarpêtê divê 34 avahî bilez bên rûxandin

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Xarpêt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber erdheja Mereşê li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê zerar gehiştiye 3 hezar û 309 avahiyan û 34 avahî jî divê bilez bên rûxandin.

Parêzgariya Xarpêtê di daxuyaniyekê de ku îro Çarşemê belav kiriye, dibêje: “Kar û xebatên tîman bo pişkinîn û destnîşankirina wan xanî û avahiyên di erdheja 6ê Sibata 2023ê de zerar gehiştiye wan berdewam in.”

Li gor daxuyaniyê, ji ber erdhejê 12 avahî herifîne û pişkinîn bo 14 hezar û 698 avahiyan jî hatiye kirin. Berpirsên parêzgeha Xarpêtê dibêjin, di encama lêkolînan de derketiye ku zerareke zêde gehiştiye 3 hezar û 309 avahiyan, zerareke navendî gehiştiye 341 avahiyan û 4 hezar û 982 avahî jî zerareke kêm gehiştiye wan, herwiha zerar gehiştiye 5 hezar û 534 avahiyan.

Wek di daxuyaniyê de tê gotin, 34 avahî ku zerareke zêde gehiştiye wan divê bilez bên rûxandin. Erdhejên 6 Sibatê bandor li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehên Tirkiyê kir û heta niha 45 hezar û 89 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst