Rojhilatî: Vekirina deriyê diyalogê bi rêya Foruma Hewlêrê dê Kurdistan û Iraqê bihêz bike

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî ragihand Foruma Hewlêr 2023, pêngaveke xurt e bi armanca sazîkirina diyalogeke salane li vê navçeyê bi giştî û li rojavayê Asyayê bi taybetî û got: “Lewra vekirina deriyê diyalog û gotûbêja zêdetir bi rêya Foruma Hewlêrê, dê Kurdistan û Iraqê jî bihêz bike.”

Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî destpê kir.

Rêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî derbarê forumê de  gotarek pêşkeş kir û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ku  beşdarî  dê gotûbêjên forumê têr û pir sûdmend bikin.

Gotara Rêvebirê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî wiha ye:

“Roj baş! Rêzdarno, amadebûyên Foruma Hewlêrê, hûn bi xêr hatin bo duyemîn foruma salane ya Navenda Lêkolînên Rûdawê. Gumana min tune ye ku dê beşdariya we mijar û gotûbêjên foruma me têr û pir sûdmend bike.

Rêzdarno! Foruma Hewlêrê ji duh ve dest pê kir û me li gel hevkar û hevparên xwe li navendên lêkolînê yên navçeyî û cîhanî û lêkolînvanan, di çarçoveya mijara sereke ya forumê de, 6 babetên cuda di wan rûniştinan de gotûbêj kirin ku me berê li ser destûra Chatmhouse-ê li ser wan li hev kiribû û em ê di heyama du rojên bê de jî bi panel û gotûbêjên vekirî foruma xwe berdewam bikin.

Berî ku ez gotina xwe bidomînim, ez dixwazim bi rêzdarî salvegera koça dawî ya serkirdeyê kurd ê neteweyî û niştimanî Mela Mistefa Barzanî ku hevdemî roja duyemîn a Foruma Hewlêrê ye, bi bîr bînim. Bi dîtina min, armanca sereke ya Foruma Hewlêrê ku zêdekirina deriyên diyalog û gotûbêjê li vê deverê ye, li ser heman rêça wê doz û rêbazê ye ku Barzaniyê nemir ji bo wê dixebitî.

Mijara sereke ya duyemîn foruma salane ya Navenda Lêkolînên Rûdawê, xalên werçerixîn û siberoja Rojhilata Navîn e. Hewlêr jî, bi dirêjahiya dîroka xwe ya hezaran sal, bûye şahida gelek guhertin û xalên werçerixînê ên giring li vê navçeyê. Her wiha, ji ber cihêrengî û hebûna pêkhateyên cuda, dikare yek ji derên herî kêrhatî yên vê deverê be ku hemû deng û rengên cuda lê bicivin.

Hewlêr wek kevintirîn bajarê Kurdistanê, ji zemanê berê ve cihê kombûna netewe û olên cuda cuda bû. Li vê gorê jî, dişibe Rojhilata Navîn, lêbelê bi bihevrejiyana aştiyane.

Foruma Hewlêr 2023, pêngaveke xurt e bi armanca sazîkirina diyalogeke salane li vê navçeyê bi giştî û li rojavayê Asyayê bi taybetî. Lewra vekirina deriyê diyalog û gotûbêja zêdetir bi rêya Foruma Hewlêrê, dê Kurdistan û Iraqê jî bihêz bike.

Xeyaleke me heye ku Foruma Hewlêrê bibe cihê nîşandana hemû dîtin û nêrînên cuda. Dawîya dawîn çi nêrîneke me hebe û em girêdayî çi ol û neteweyê bin jî, erdnîgariyê em neçar kirine ku em bi hev re bijîn. Giring e jî ku ev bihevrebûna me bi aştiyane û hevbeşî be. Em dixwazin di Foruma Hewlêrê de nîşan bidin ku ji xeynî şer û aloziyê, rêyeke çêtir ji bo bihevrebûnê heye û ew jî tenê bi diyaloga berdewam misoger dibe. Lewma Foruma Hewlêrê cihê wan hemû kesan e ku tew berovajî me jî difikirin. Cihê wan hemû kesan e jî ku îro ne li vir in û dibe ku di salên pêş de li vir bin.

Ev forum di demekê de tê lidarxistin ku cîhan bi giştî di guhertinekê de ye û bi xwe re, vir jî, ango Rojhilata Navîn ber bi guhertinê ve dibe. Roj bi roj, bandora hevrikiya mezin a cîhanê li navbera Çîn û Amerîkayê, her wisa hevrikiya Rûsya û Ewropayê li ser vê deverê zêdetir dibe. Ev yek jî bûye sedem ku siyasetên hevpeymanî û rikberiyê di nav lîstikvanên vir de jî tevgereke zêdetir li xwe bigirin.

Zêdetirî salekê di ser şerê Ukraynayê re derbas bû. Bi liberçavgirtina wê yekê ku di dîrokê de şerên giring ên Ewropayê zû karîne xwezayeke cîhanî werbigirin, dilgiraniyên girêdayî dirêjbûna şerê Ukraynayê û bandora wê li ser cîhan û Rojhilata Navîn gelek in.

Di heyama dused salên derbasbûyî de, Rojava bi giştî sîstema cîhanî raber kir û vêga jî pirsên ku li ser siberoja Rojava di rikberiyên hêzdarî yên cîhanê de dirust bûne, ji bo Rojhilata Navîn mijareke zêde girîng e. Ev ji bo Iraqa piştî dîktatoriyê û ji bo Herêma Kurdistanê jî ku berhema qonaxa serdestiya Rojava ne, gelekî girîng e. Mijarên girêdayî vê babetê dê di paneleke hevbeş a Encûmena Atlantîk û Navenda Lêkolînên Rûdawê de û her wisa di paneleke Enstîtuya Washingtonê de jî bên gotûbêjkirin. Her wisa, dê Balyozê Rûsya li Iraqê jî nêrîna welatê xwe li vir bîne ziman.

Mijareke din a girîng a ku di Foruma Hewlêrê de bû cihê guhpêdanê, arasteya guhertinên navxweyî û derveyî yên welatên navçeyê bi taybetî Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ye.

Komara Tirkiyê di 100 saliya damezrandina xwe de, ber bi hilbijartineke çarenivîssaz ve diçe ku dê encama wê ne tenê bandorê li ser hundirê wî welatî bike, lêbelê dikare bandorê li ser terazûyên hêzê li deverê jî pêk bîne. Egera mana Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) di desthilatê de û derbasbûna wê ji bo nav dehsaliya sêyemîn a desthilatdariya xwe, yan berovajî vê egera serketina rikberên wê, dê bibe xaleke werçerixînê.

Rewşa navxweyî ya Îranê nexasim piştî xwepêşandanên sala borî, her wiha rola wî welatî li deverê û têkiliyên Tehranê yên derveyî, mijarek e ku bi berdewamî balkêş e û di nav guhertinê de ye.

Wer dixuye ku rewşa Sûriyê piştî zêdetirî deh salan ji nerazîbûn, xwepêşandan û şerê navxweyî ku çarçoveyeke navdewletî jî wergirtiye, ji her dereke din zêdetir girêdayî wan terazûyên hêzadarî yên cîhanî û navçeyî be ku di nav guhertinê de ne.

Girîngiya Iraqê wek welatekî di nav cemserên cuda yên hêzê de, bûye sedem ku bûyerên Iraqê di nav sînorên wê bi tenê de nemînin.

Me ev babet jî li gel navendên wek Navenda Lêkolînê ya IRAM, Navenda Amerîkî ya Lêkolînên Levant û Navenda Fransî ya Lêkolînên Iraqê bi awayekî wiha geş kirin ku li vir di Foruma Hewlêrê de bên gotûbêjkirin.

Tevî ragihandina serkeftinê, hîna teror li vê navçeyê mijareke giring e. Lewra pirsên ewlekarî û mijara nifşa duyemîn a DAIŞê, mijareke din a Foruma Hewlêrê ye ku di civîneke roja 28ê mehê de ku li gor rêgeza Chatmhouse-ê birêve çû, hat gengeşekirin.

Mijarên Foruma Hewlêrê ne tenê siyasî û ewlekarî ne, lê dê gotûbêj li ser xalên werçerixînê yên din li vê deverê jî bên kirin. Li cihekî wek Rojhilata Navîn ku rêjeya geşbûna şêniyên wê du caran li deverên din ên cîhanê ye, jin û ciwan wek dînamîkeke mezin a guhertina siyasî û civakî derketine holê.

Lewma Foruma Hewlêrê mijarên cuda cuda mîna rola jinan di guhertinên siyasî û civakî de, pirsên ciwanan, perwerde, werçerixîna dijîtal, azadiya olî, pirsên mafên mirovan û mijarên girêdayî enerjiyê nola tevnekê bi hev ve girêdan da dîmeneke giştî têkildarî xalên werçerixînê li vê navçeyê were sêwirandin.

Bê guman, me bi hevparên xwe yên din re wek Navenda Wilson, Navenda Îtalî ji bo Lêkolînên Navdewletî, Saziya SID, Five One Labs, Maseya Gilover a Azadiya Olî ya Navdewletî, Vision Education, Foruma El-Neba, Navenda Lêkolînên Teqedûm û Qemer Energy karekî zêde kir da ku em derfeta van gotûbêjan berdest bikin.

Ez pêwîst dibînim ku ez spasiyeke bêsînor pêşkêşî hemû hevparên Navenda Lêkolînên Rûdawê ji bo Foruma Hewlêrê bikim ku bi dirêjahiya nêzîkî şeş mehên borî di gotûbêjên berdewam de bûn da bihêlin Foruma Hewlêrê serkeftî be. Li cihê xwe ye jî ku ez spasiya sponsorên Foruma Hewlêrê bikim ku beşek ji erkên me sivik kirin.

Di dawî de, divê ez vê jî bibêjim ku hevkarên min li Navenda Lêkolînên Rûdawê li gel tîmeke xwebexşên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê, di dema borî de bêwestan xebitîn da ku ev forum sergihayî bibe.

Bê guman, piştgiriya hevkarên me yên din li Tora Medyayî ya Rûdawê ku piraniya wan wek leşkerên navwinda li paşê ne, cihê rêzgirtin û pesnê ye.Hûn careke din bi xêr hatin, bi hêviya demeke pir sûdmend ji we hemûyan re li li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.”