Nasnameya 81 zarokên ji bin kavilan hatine rizgarkirin hêj nehatiye diyarkirin

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Zarok Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihand ku nasnameya 81 zarokên ku bêyî malbat an serperişt ji bin kavilan hatine rizgarkirin nehatiye destnîşankirin.

Di erdehaja 6ê Sibata 2023an li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran welatî ji bin kavilan hatin rizgarkirin ku beşek ji wan ew zarok bûn ku bê dayik, bav an serperişt hatine rizgarkirin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê roja Çarşemê 1ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku heta niha hezar û 543 zarokên ku bê serpereşt ji bin kavilan hatine rizgarkirin, piştî destnîşankirina nasnameyên wan bo malbatên wan hatine radestkirin û nasnameya 81 zarokan hê jî nehatiye zelalkirin.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Niha hezar û 911 zarok li wezaretê tomarkirî ne ku bê serperişt ji bin kavilan hatine rizgarkirin. Piştî kontrolkirina nasnameya kesên ku serlêdan kirine û zelalkirina wan hezar û 543 zarok bo malbatên wan hatine radestkirin. Çareseriya 95 zarokên me li nexweşxaneyan temambûye û li saziyên wezareta me di çavdêriyê de ne. Proseya çareseriya 273 zarokên me li nexweşxaneyan ji nêzîk ve tê şopandin. Nasnameya hezar û 830  zarokan hatiye destnîşankirin. Nasnameya 81 zarokan jî hê nehatiye zelalkiirn.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 45 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst