Li Dirbêsiyê Ciwanên Şoreşger êrîşî çalakiya bîranîna Mela Mistefa Barzanî kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 44emîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ye. Li Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê Ciwanên Şoreşger êrîşî cihê çalakiyê kirin û beşekî konê çalakiyê şewitandin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cuda cuda nemir Mela Mistefa Barzanî hat bibîranîn, çalakiyên bîranînê ji aliyê ENKSê ve hatin sazkirin.

ENKSê ragihand ku li Dirbêsiyê Ciwanên Şoreşger êrîşî cihê çalakiyê kirin û beşekî konê çalakiyê şewitandin.

Endamê Xweciya Dirbêsiyê ya ENKSê Nîzamedîn Elîko ji Rûdawê re got, destpêkê asayişê ji wan xwest çalakiyê nekin, lê wan dest bi karê xwe kir, piştre Ciwanên Şoreşger êrîşî çalakiya wan kirine û beşekî çadir şewitandin û silogan li dijî wan avêtine.