Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi berdewamî alîkariyan belav dike

01-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi berdewamî alîkariyan belav dike
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi berdewamî alîkariyan belav dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bêhtir ji sê heftiyan di ser erdheja 06ê Sibatê re, derbas bûne.Gelek gundên Herêma Efrînê, bi taybet yên ser bi nahiyeyên Cindirês, Şiyê, Mabata û Raco ketine ber ziyanên wê erdhejê. Heta niha jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan pêşkêşî beşekî mezin ji xelkên wan navçeyan dike.

Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê li Efrînê, Ehmed Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa rewşa niha ya wan navçeyan dike.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê li Efrînê Ehmed Hesen got “Yekemîn desgeha ku derbasî herêma Efrînê bû Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû. Di 10ê mehê de dest pê kir û heya niha jimara barhilgiran ku gihîştine herêma Efrînê 44 barhilgir in. Herwiha di hindirê wan barhilgiran de derman hene xwarin vexwarin heye, şîrê zarokan heye, betanî hene, çadir hene, doşek hene, her tişt hene. Li nav û gundewarên Efrîn û Cindirêsê  hatin belavkirin û tên belavkirin. Bi rastî di roja ewil de hinek astengî çêbûn, lê niha kar baş bi rê dikeve, baş belav dibe. Gundên ku dezgeh digihîjê û lê belav dike pir kêfxweş in.”

Li gorî zanyariyên serkirdeyê ENKSê, roja Sêşemê 28ê Sibatê 521 sepetên xwarin û xorakê û 85 kertonên şîr li ser xelkên gundê Kora yê ser bi Cindirêsê hatin dabeşkirin.

Lê tevî wê yekê jî, Ehmed Hesen dibîne ku, hilgirtina barê vê rewşê zehmet e, lewma pêwîstiya wê bi destêwerdana Neteweyên Yekbûyî heye.

Ehmed Hesen got jî “5 ambulans jî hene tevê bijîşk û tîmên wê yên tendirustiyê li gundewarên Efrînê digerin û birînda û nexweşan derman dikin. ev jî cihl rêz û hurmetê ye. Lê bi rastî karesat gelekî giran û mezin e. Ev bi hewceyî alîkariyên Yekîtiya Ewropa û Netewên Yekbûyî û dewletên mezin in ku karibin alîkar bin ji bo barê vê karesatê hinek ji ser vî miletî kêm bikin.”

Li hin gundên Herêma Efrînê 70% û li hin gundan 50% ji xaniyên xelkê yan wêran bûne yan jî derz û ziyan gihiştine wan.

Li piraniya wan gundan jî hejmareke mezin ji xelkê hêj derbider in û nikarin li nav malên xwe razin û bêhtir ji konan, pêwîstiya xelkên resen ên Herêma Efrînê bi avakirina mal û warên wan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst