Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê civiya û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Îro çarşemê li Hewlêrê, pêşwazî li  Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şandeya pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belab kir û tê de ragihand  ku di hevdîtinê de rewşa siyasî û aborî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên wan gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê Di hevdîtinê da, her du aliya li ser peywendiyên Rûsya digel Iraq û Herêma Kurdistanê û serdana dawî ya Wezîrê Derve yê Rûsyayayê bo Bexdayê bîr û rayên xwe bi hev guhertin.

Herwiha hat ragihandin ku pêşhatên şerê Ukraynayê û bandora wî şerî li ser deverê bi giştî çend mijarên din yên civînê bûne.