Duyemîn Foruma Hewlêrê îro dest pê dike

01-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro Çarşemê 1ê Adarê duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî destpê dike.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê bi hevbeşî ligel hejmareke navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî forumê pêk tîne.

Navend û saziyên wek Enstîtuya Washington, Atlantic Council, Wilson Center, Maseya Azadiya Olî ya Navneteweyî (IRF), Navenda Amerîkî ya bo Lêkolînên li Şamê, Navenda Xwandina Îtalî (CESI), Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn (ORSAM), Navenda Lêkolînan a Îranê (IRAM), Qamar Energy, Navenda Fransî ya bo Lêkolîna li ser Iraqê (CFRI), Vision Education, SEED Foundation û Five One Labs wek hevbeşekî sereke di lidarxistin û rêvebirina rêkxistinên çalakiyên Foruma Hewlêr-2023 de beşdar dibin.

Di çarçoveya wê forumê de li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê hejmareke zêde ji siyasetmedar, pispor, lêkolîner, medyaya navxweyî û navdewletî dê bi hev re li ser mijarên cuda yên têkildarî guhertinên li Rojhilata Navîn di panel û hevpeyvînên taybet de gotûbêjan bikin.

Di forumê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di panelekê de beşdar dibe û dê behsa paşeroja Herêma Kurdistanê bike.

Roja yekem a forumê saet 09:00 bi axaftina Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî dest pê dike û paşê jî gotara Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd dê bê xwendin, piştre jî Dr. Siyabulela Mandela neviyê Nelson Mandela dê axaftinekê bike.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Navenda Lêkolînên Rûdawê beşdarî panela bi moderatoriya Mehmûd Baban a bi mijara “Li Herêma Kurditanê rewşa navxwe û aramî” dibe. 

Seroka Parlamentoya Kurdistanê  Rêwaz Fayeq jî dê li ser bihêzkirina rola jinan li Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş bike. 

Nûnerê berê yê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey, Cîgirê Berpirsê Karûbarên bo Îran û Iraqê li Wezareta Derve ya Amerîkayê Jennifer Gavito û Şêwirmendê berê yê ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê û lêkolînerê li Bernameya Rojhilata Navîn a Encumena Atlantîk Andrew L. Peck jî li forumê amade dibin.

Panelên roja yekem a Foruma Hewlêrê bi vî awayî ne:

-Guhertinên ewlekariya enerjiyê ya cîhanî û rikeberiya li Rojhilata Navîn

-Veguherîna dîjîtal li Herêma Kurdistanê; dijwarî, destkeftî û stratejiyek pêşveçûnê ya herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê

-Iraq: Bîst Sal Piştî Dîktatoriyê

-Sedsaliya Tirkiyê: 100 Sal Piştî Împeratoriya Osmanî

-Iraq di navbera cîran û hêzên cîhanî de: Îmkan û astengî

-Dema çalakiyê: Bihêzkirina rola jinan di siyaseta Iraq û Herêma Kurdistanê de

-Rikeberî û rola welatên zilhêz li Rojhilata Navîn

 

Di dawiya roja yekem a forumê de, dê gotûbêj bi rûniştina vekirî pêk were.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst