Di 2yemîn Foruma Hewlêrê de 'Li Rojhilata Navîn Hevrikî û Rola Hêzên Mezin' hat nîqaşkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Musteşarê Ofîsa Dîplomasiya Giştî ya Amerîka ji bo Îran, Iraq û Rojhilata Nêzîk O. Jennifer Gavito di panela  'Li Rojhilata Navîn rikeberî û rola hêzên cîhanî'’ de got, “Tevî ku Iraq rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibe jî, gelek tişt lê hene ku mirov geşbîn be.’’

Panela dawî ya roja yekem a Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn”  bi moderatoriya endamê payebilind ê Navenda Atlantîkê Dr. Ben Connable ya bi mijara 'Li Rojhilata Navîn rikeberî û rola hêzên cîhanî' bû û Mamosteyê Zanîngeha Sharjah Dr. Shaojin Chai, Hevkarê payebilind ê Rojhilata Navîn yê Konseya Atlantîk Dr. Andrew L. Peek û Cîgira Musteşarê Ofîsa Dîplomasiya Giştî ya Amerîka ji bo Îran, Iraq û Rojhilata Nêzîk  Jennifer Gavito wek axavtvan beşdar bûn.

Cîgira Musteşarê Ofîsa Dîplomasiya Giştî ya Amerîka ji bo Îran, Iraq û Rojhilata Nêzîk Jennifer Gavito got, "Di encama guherîna keşûhewayê de, Iraq rastî kêmbûna avê ya dijwar tê, ji bahozên tozê re û her wiha rastî zêdebûna germahiyê tê."

Gavito anî ziman “Tevî ku Iraq rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibe jî, gelek tişt lê hene ku mirov geşbîn be.’’

Jennifer Gavito her wiha got, "Rêveberiya me li ser alîkariya avakirina têkiliyeke xurt bi Hikûmeta federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê re berdewam e. Gelek karên me hene ku em bi hev re bikin."

Gavito derbarê alîkariyên bo Pêşmerge û têkoşîna dijî DAIŞê de dibêje “Em bi şiyana şêwirdarî û alîkariyê piştgiriya xwe didomînin û em bi hêzên ewlekarî yên Îraqî û Pêşmerge re ji bo têkbirina domdar ya DAIŞê kar dikin. Rêveberiya me li ser alîkarîkirina hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e ku li gorî hevkariyên me têkiliyeke saxlem ava bike. Gelek karên me hene ku em dikarin bi hev re bikin.”

Herwiha govito tekez kir u got “Em li ser karê xwe berdewam in ji bo veberanîna di sektora jîngehê de li Herêma Kurdistanê.”

Li ser enerjiya Iraqê û hinardekirina enerjiyê bo Ewropayê Jennifer Gavito got “Iraq dikare ji buhayên enerjiyê yên bilind sûd werbigire û hilberîna enerjiyê zêde bike, enerjiyê bixwe têra xwe bike û hinardeyî Ewropayê bike.

Gavito diyar kir ki Iraq dikare di navbera Washington û Pekînê de hilbijartineke bike û got "Em ji hevkarên xwe napirsin ku di navbera her duyan de hilbijêrin lê em dixwazin ku ew fêm bikin ku di navbera teknolojiyên neewle û teknolojiyên ewledar de bijarek wan heye."

Herwiha Gavito ragihand “Ez difikirim ku armancên Çînê yên li ser Rojhilata Navîn bi daxwazên wan ên li seranserê cîhanê re hevaheng in”

Li aliyê din li ser têkiliyên di navbera Rûsya û Îranê de got “Peywendîyên di navbera Îranê û Rûsyayê de gelekî li pêş ketine û em hewil didin ku wan peywendîyan têk bidin.”

Mamosteyê Zanîngeha Sharjah Dr. Shaojin Chai, da zanîn ku têkiliyên Çînê û Iraqê li ser esasê aborî ye û got “ Peywendiyên Çînê bi vê beşa cîhanê re, bi taybetî jî Iraqê, zêdetir aborî ne. Dibe ku di paşerojê de encamên wê yên siyasî yan jî yên din hebin, lê ji bo niha giranî li ser enerjî û veberhênanê ye.

Chai ragihand ku Çîn bi Iraqê re giraniyê dide ser enerjiyê û diyar kir “Ji ber ku Bexda yek ji dabînkerên sereke yên petrolê ye Çîn bi giranî li ser enerjiyê disekine.”

Chai destnîşan kir ku ew bi Amerîkayê re jî "ji bo bazirganiyê" dixebitin û got “Kar kar e. Çîn bi şîrketên Amerîkî re kar kiriye û gelek peymanên neft û gazê kirine.”

Chai diyar kir ku eger Rûsya di şerê li Ukraynayê de winda bike dê ji bo Çînê bibe windahî û got, "Helwesta Çînê ya li hemberî şerê Ukraynayê ew e ku windakirina Rûsyayê ji bo Pekînê jî windahî ye."

Hevkarê payebilind ê Rojhilata Navîn yê Konseya Atlantîk Dr. Andrew L. Peek diyar kir ku li Iraqê gelek pirsgirêk hene û got “Her gava ku ez peyva 'hevkariya stratejîk' dibihîzim, ez du hişê xwe werdigerînim ku ji ber ku li vî welatî ewqas pirsgirêkên me hene ku em nikanin bi gelemperî qala yek yekê bikin.”

Peek diyar kir ku beşdarbûna Îranê di şerê Ukraynayê de bi şandina çekan ji Rûsyayê re, Amerîka dihêle ku li çalakiyên "xerab" ên Îranê li herêmê binêre û Washington neçar dike ku cezayên zêdetir bisepîne.