PAKê li Êlihê Rêberê Kurd Mela Mistefa Barzanî bibîranî

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan PAK Mela Mistefa Barzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta 44mîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê merasîmeke bibîranî saz kir.

Îro 1ê Adarê, 44emîn salvegera koça dawî ya rêberê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Jiyana Mela Mistefa Barzanî bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî, serkevtin û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Mela Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildana Kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir û bû generalê pêşmergeyên Komara Kurdistanê li Mehabadê û bûye pêşengê şoreşa Kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê.

Li Teşkîlata Elîhê ya PAKê bi minasebeta 44emîn salvegera koça dawî Mele Mistefa Barzanî, merasîmeke bîranîne saz kir.

Li gor daxuyaniya PAKê, Serokê PAKê ya Êlihê Aziz Ozdemir bixêr hatin da mevanan û jibo qurbaniyên erdhêjê û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo rêberê miletê Kurd û Kurdistanê Nemir Mele Mistefa Barzanî rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Aziz Ozdemir got:  “Herdu erdhejên mezin ên ku roja 6ê sibatê rûdan, felaketên mezin ên canî, însanî, civakî, derûnî, aborî jî bi xwe re anîn. Li gori agahdariyên ku dewleta Tirkiyê ragihandine, heta nuha yên ku jiyana xwe ji dest dane, dora 50 hezarî, yên birîndar jî ji 100 hezarî zêdetir in. Lê di rastiyê de yên ku  jiyana xwe ji dest dane dê ji 100 hezarî, yên birîndar jî dê ji 150  hezarî zêdetir bin.Li Efrîn û Cinderesê dora 7 hezar qurbanî û bi dehhezaran birîndar hene. Em sersaxiyê ji bo gelê xwe û gelê Kurdistanê dixwazin û ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin.”

PAKê herwiha bal kişand li ser alîkariyên ji Herêma Kurdistanê bo mexdûrê erdhejê çûne û dibêje: “Cîhê dilxweşiyê û serbilindiyê ye ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî  û gelê me yê Başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê dimeşînin. Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê,  helbete ku van xebatên alîkariyê  wek wazîfeyeke însanî, neteweyî û welatperwerane dibînin.”

Aziz Ozdemir herwiha got: “Di bizava siyasiya Başûrê Kurdistanê piştî serhildana Şêx Mehmudê Berzincî, Nemir Mele Mistafa Barzanî serleşkeriya başurê welatê me girt destê xwe. Mistafa Barzanî mîna nirxekî netewî ji bo hemû Kurdên azadîxwaz bûye mîrasek mîllî.

Piştî axaftina xwe Ozdemir daxuyaniya PAKê xwend û got: Jiyana Mele Mistefa Barzanî yê nemir, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e.  Mele Mistefa Barzanî , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin. Îsal, 44emîn salvegera  wefata wî ye. Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistefa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê, ya di sedsala 20an de ye.

Jiyana Mele Mistefa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs , koçberî, surgun, wêranî û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana Mele Mistefa Barzanî yê nemir, bi xweşî û nexweşiyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperweriyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardariyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatiye hûnandin.

Mele Mistefa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê girîng hebû. Mele Mistefa Barzanî yê nemir serokê partiya xwe, yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna me ye. Mele Mistefa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistaniyekî de çavkaniya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdariyê ye.Azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be jibo Barzaniyê nemir.Em di 44emîn salvegera wefata wî de, Mele Mistefa Barzaniyê nemir bi giramî bibîrtînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst