Serokkomarê Iraqê: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê pêşketinên berbiçav hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di peyama xwe ya ji bo 2yemîn Foruma Hewlêrê de ragihand, di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de pêşketinên berbiçav hatine bidestxistin.

Îro li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, Duyemîn Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” bi hevbeşî ligel hejmarek navendên lêkolînê û saziyên herêmî û navdewletî destpê kir.

Di forumê de, peyama Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd jî hat xwendin.

Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd ji ber serdana Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Anronio Guterres bo Bexdayê û herwiha ji ber beşdariya xwe ya di civîna welatên bê alî de li Bakuyê, beşdarî forumê nebû, lewra peyama wî ya ji bo forumê ji aliyê nûnerê wî Ednan Îbrahîm, Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê ve hat xwendin.

Di peyama xwe de Serokkomarê Iraqê ragihand: “Îro li Iraqê bi awayekî aştiyane veguhertina desthilatê heye û piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, ji bo avakirina hikûmetê piştgiriyeke berfireh hat bidestxistin ku armanca civata wezîran çaksazî û avakirina jêrxana aborî ya Iraqê û çareserkirina kêşeyên nîştecîbûnê û bêkariyê ye.”

Di beşeke gotara Ebdulletîf Reşîd de amaje bi pêwendiyên navbera Hewlêr-Bexdayê hat kirin û hat gotin: “Niha şandên hevbeş li ser madeya 140 û amadekirina projeyasaya neft û gazê gotûbêj dikin û nûnerên Herêma Kurdistanê jî di hikûmeta federal de beşdar in.”

Serokkomarê Iraqê di peyama xwe de diyar kir: “Gotûbêj li ser pirsa Pêşmerge, pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2023ê de, dîtina çareseriyek ji bo rewşa penaberan û çareserkirina pirsgirêka erdê li gorî destûrê berdewam in. Divê her du hikûmet li ser diyaloga zêdetir û avaker berdewam bin ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ku xizmeta berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bike.”

Beşek din a gotara Serokomarê Iraqê di Foruma Hewlêrê de taybet bi guherîna avhewayê bû û Ebdulletîf Reşîd di peyama xwe de gotiye: “Iraq bi rêjeyeke zêde di bin bandora guherîna avhewayê de ye. Tozbarîn, biyabanbûn, bilindbûna pileya germê û binesaziya xirab tûşî Iraqê bûne û bandor li ser asta civakî jî hatiye dîtin. Divê em tevbigerin û hevkariyên herêmî û navneteweyî ji bo kêmkirina van xeteran bibînin.”