Li Mereşê di navbera Bahçelî û mexdûrên erdhejê de nîqaş derket

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej MHP Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî di serdana xwe ya bo navçeya Elbistanê ya Mereşê de rastî nerazûbûna qurbaniyên erdhejê hat û di navbera wî û mexdûrên erdhejê de nîqaş derket, ji ber nîqaşan jî Bahçelî xwe ji mexdûran aciz kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Netewperest Devlet Bahçelî roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an serdana navçeya Elbistanê ya ser bi parêzgeha Mereşê kirin ku navenda yek ji erdhejên 6ê Sibatê bû.

Lê di serdanê de beşek ji welatiyên qurbaniyên erdhejê ji ber kêmasiyan karvedan nîşanî Bahçelî û hikumetê dan.

Dîmenên nerazîbûna welatiyan li hember Devlet Bahçelî ji aliyê hinek welatiyan ve hatin tomarkirin û li ser medyaya civakî belav bûn.

Serokê MHPê jî li hember nerazîbûna welatiyan xwe aciz dike û ji wan re dibêje:”Di rojeke wiha de ku em xemgîn in mafê we nîne ku hûn serdana serokkomarê me yê birêz û berpirsên din a bo vê derê sabote bikin. Divê bêdengî hebe. Hemû bila belav bibin û biçin. Van (telefon) jî bînin xwar.”

Bi van gotinên Bahçelî, welatî bêtir bi hêrs bûn û li ser gotina diruşmên nerazîbûnê berdewam bûn.

Paşê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Parlamenterê AK Partiyê Mahîr Unal hewl didin xelkê aram bikin.

Ew bûyer û ew helwesta Bahçelî li hember qurbaniyên erdhejê li ser torên civakî deng vedaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst