Biryara Nêçîrvan Barzanî ya derbarê girtiyên Badînan de ket warê cîbicîkirinê

01-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya taybet derbarê cezayê 5 girtiyên Badînan de ket warê cîbicîkrinê, Serokê tîma parêzerên xwebexş a girtiyên Badînan Beşdar Hesen jî got: “Vê biryarê sîmayeke xwe ji bo Kurdistanê nîşan da.”

Serokê tîma parêzerên xwebexş a girtiyên Badînanê Beşdar Hesen îro Sêşemê 1ê Adara 2022yan ji Rûdawê re ragihand ku fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo kêmkirina cezayê girtiyên Badînanê, îro bo Dadgeha Tawan a li Hewlêrê hat şandin.

Beşdar Hesen diyar kir ku ji bilî Şêrwan Şêrwanî ku dê heta heşt mehên din were azadkirin, girtiyên din tenê pênc heta şeş mehên din di zîndanê de dimînin.

Di derbarê biryara Nêçîrvan Barzanî jî de Beşdar Hesen got, ku ev ferman ji cîhanê re isbat dike ku serokê Herêma Kurdistanê baweriya xwe bi nerîna azad bi temamî heye û ew “ji girtina rojnamevanan nerazî ye".

Serokê tîma parêzerên xwebexş a girtiyên Badînanê herwiha got, “ev fermana Serokê Herêma Kurdistanê sîmaya Kurdistanê xweştir dike.” 

Dadgeha Tawan a Hewlêrê roja 16ê Sibata 2021an bi tometa “têkdana asayişa niştimanî” 6 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî, Eyaz Kerem, Guhdar Hemedemîn, Harîwan Îsa û Şivan Seîdî birî.

Umêd Beroşkî ku ew jî hatibû girtin û salek û 7 mehan di zindanê de mabû, hatibû berdan.

Ji bilî Şêrwan Şêrwanî ku ji sedî 50 cezayê xwe kêm kir û yên din jî biryar dan ku cezayê wî ji sedî 60 kêm bibe, biryara serbestberdana Ayaz Kerem, Daîre Hamadamin, Harîwan Îsa û Şvan Seîdî hat dayîn.

Li angora maddeya 1 a qanûna hejmar 21 a sala 2003 ferman hatiye dan ku sizayên wan kêm bibin

Dadgeha Tawanan a Hewlêrê di 16-02-2021'an de şêrwan Şêrwanî, Eyaz Kerem, Guhdar Hemedemîn, Herîwan Îsa û Şvan Seîdî bi tawana "xerakirina ewlekariya neteweyî" 6 sal cezayê girtîgehê birî.

22-02-2022'an omêd Berox ku mehkûmê Badînanê ye, piştî ku salek û 7 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn hate berdan.

Beşdar Hesen ku parêzerê dosyeya Umêd Hecî Fetah (Umêd Beroşkî) roja Sêşemê, 22/02/2022, ji Rûdawê re ragihandibû, “Umêd Beroşkî sê doz hebûn ku li ser ya yekem cezayê salek û 7 meh zindanê temam kir ku ew jî li gor maddeya 1 a yasaya hejmar 21 a sala 2003an.”

Jibilî Umêd Beroşkî, Bedel Berwarî ku yek ji girtiyên din bû, roja 19ê Tebaxa 2020an bi tometa “handana xelkê bo xwepêşandanan” li Duhokê hatibû desteserkirin û bi temamkirina cezayê xwe (1 sal), roja 20ê Cotmeha 2021an hatibû berdan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst