Şandeke Amerîkî bo Nêçîrvan Barzanî: Karkirina me ligel Herêma Kurdistan berdewam dibe

01-03-2022
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Amerîkî civiyan û wê şanda Amerîkî diyar kir ku karkirina wan li gel Herêma Kurdistan û navçeyê berdewam dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan îro Sêşemê 1ê Adara 2022yan pêşwazî li Berpirsê Bilind ê Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya Emnî ya Amerîkî li Iraqê General Kiss Philips kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdsitanê, di civînê de pêşhateyên herî dawiyê yên ewlekariyê yên Iraqê û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê hatine gotûbêjkirin û tekez li ser giringiya hevkarî û hevahengiya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmergeyan de hate kirin, bi taybet li navçeyên ku valahiya ewlekariyê heye

Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku di civînê de herwiha behsa pêngava dawî ya proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin û herdu alî hevra bûn li ser girîngiya yekxistina Pêşmerge û berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo proseyê û ji bo pêşkêşkirina meşq û rahênanê bi Pêşmerge bi pêwîst zanîn.

Şande her derbarê vê mijarê de spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ku rola wî di proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge de hebûye.

Li gor herman daxuyaniyê de Şanda Amerîkî dûpat kir ku rûbirûbûn û têkşikandina DAIŞê ya ji bo Amerîka karê pêşîne ye û bi vê navê de jî ji nêzîk ve li karkirina li gel hevbeşên li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê berdewam dibe, xweşhaliya xwe jî bi hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê derbirî.

Herwiha peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsî û gefên DAIŞê li Sûriye û rewşa Kampa Holê ya li Hesekê, pêşhatên dawî ya rewşa şer li Ukranya û çend pirseke din ê mijarên wê civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst