Şandeke PAKê seredana gora Mele Mistefa Barzanî kir

01-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandekê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi minasebeta 43yêmîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî, li Barzanê seredana gora wî kir.

Bi minasebeta 43yêmîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî,  şandeke PAKê ku ji ji Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Orhan Kaya, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Temo Ayas û endamên wêm yên li Başûrê Kurdistanê pêk hatibû, îro Sêşemê 1ê Adara 2022yan seredana gora Mele Mistefa Barzanî kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandina PAKê, daxuyaniya Şêx Xelat Barzanî yê nûnerê Serok Mesûd Barzanî, bi heyeteke pêşewazî li şanda PAKê kir û ji ber vê seredanê spasiya xwe anî ziman.

Heyeta PAKê çelengeke destegulê danîn ser mezelê rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî.

Şanda PAKê

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Orhan Kaya,li ser mezelê Mele Mistefa Barzanî ev axaftina kir:

“Em îro ji bo 43yemîn salvegera wefata rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî li vê derê ne. Em rêberê miletê Kurd  Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîr tînin. Em kedkarê doza azadîya Kurdistanê, yek ji rêberê gelê me Îdrîs Mele Mistefa Barzanî jî bi giramî bibîr tînin. Mele  Mistefa Barzanî yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd e.  Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye . Jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê  ve hatîye hûnandin.

Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye. Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî, Pêşewa Qazî Mihemed e.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistefa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistefa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi  têkoşîna  hemû kedakarên doza azadiyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe.

Mele Mistefa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, serokek bû, niştimanperwerekî dilsoz bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê girîng hebû.

Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, yekgirtina hemû hêzên neteweyî, niştimanî be; dê lê xwedî derketin û pêşde birina destkeftinên Federe yên Herêma Kurdistanê be; dê azadî û serxwebûna Kurdistanê be.

Em di 43yemîn salvegera wefata wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîrtînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst