Mele Mistefa Barzanî li Rojavayê Kurdistanê hat bibîranîn

01-03-2022
RÛDAW
Mele Mistefa Barzanî li Rojavayê Kurdistanê hat bibîranîn
Mele Mistefa Barzanî li Rojavayê Kurdistanê hat bibîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi minasebeta 43yêmîn salvegera koça dawî ya wî li çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê hat bibîranîn.

Îro 43yemîn salvegera koça dawî ya general û rêberê mezin ê Kurd Mela Mistefa Barzanî yê nemir e. Wî jiyanake pir bi tekoşîn borand û di dirêjahiya sedsalekî de mohra xwe li tekoşîna azadiya gelê kurd xist.

Endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi minasebeta 43yêmîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî çalakî lidar xistin û ew bibîr anîn.

Li bajarê Qamişlo bi sedan kes beşdarî çalakiya bibîranînê bûn û gelek axaftin derbarê têkoşîna Melle Mistefa Barzanî û bandora wî li ser vejandina doza Kurdî hat kirin.

Bi heman boneyê li bajarê Girkê Legê welatiyên Rojavayê Kurdistanê kom bûn û çalakî lidar xistin. Di vê çalakiyê de Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Endama Serkretêriya ENKSê Zehra Ehmed bi kurtasî behsa têkoşîna Melle Mistefa Barzanî kir.

Di dawiya çalakiyê de jî gelek helbest hatin xwendin.

Herwiha li bajarê Kobanî jî Partiya Yekîtî Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) ji bo bîranîan rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî çalakiyek saz kir.

Îro 1ê Adarê, 43yemîn salvegera koça dawî ya rêberê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Jiyana Mela Mistefa Barzanî bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî, serkevtin û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Mela Mistefa Barzanî di dirêjahiya jiyana xwe de ji serhildana Kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir û bû generalê pêşmergeyên Komara Kurdistanê li Mehabadê û bûye pêşengê şoreşa Kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê.

Mele Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst