PDK-Bakur û PAK: Mele Mistefa Barzanî di dilê her Kurdistaniyekê de cihê xwe heye

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) her yekê cuda, bi boneya 1ê Adarê, 42yemîn. salvegera koça dawîn a rêberê û pêşengê bizava rizgarî ya gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzanî, peyamên bibîranî wî belavkirin.

Di peyama xwe de PDK-Bakur dibêje “Em wek PDK – Bakur, di 42emîn salvegera koçkirina wî de, serokê neteweyî Mele Mistefa Barzanîyê nemir carek din bi giramî bi bîr tînin.”

PDK-Bakur dibêje: “Bê gûman, Mêle Mistefa Barzanî ne tenê lehengekî bêhempa, qumandarekî serkeftî û serkirdeyekî zîrek bû; ew herweha ji bo her Kurdekî li ser rûyê cîhanê hêviya azadî û rizagriyê jî bû. Hemî Kurd û Kurdistanî bi dil û can û bi bawerî piştgirî dan têkoşîna wî ya ji bo Kurdistana azad û aram. Cihê şanaziyê ye ku Mele Mistefa di temama jiyana xwe de alaya Kurdan her tim bilind kir û bi tevî her astengî û bêîmkaniyan jî nehêla agirê azadiyê li ser axa Kurdistanê vemire. Bi vî awayî, ew hem doza Kurd û Kurdistanê hilgirt ser milên xwe û hem jî hêşt ku ev doz di serdema nûjen de li ser lingan bimîne, ber bi pêş ve here, bikeve rojeva cîhanê û rêz lê bê girtin.”

Di peyama xwe de PDK-Bakur diyar dike ku Mele Mistefa Barzanî neteweya Kurd ji nemanê rizgar kiriye û hêştiye ku îro parçeyek ji welat bi encama wê biryardariyê azad be û dibêje: “Doza me ya neteweyî li sernaserê Kurdistana mezin berdewam be. Ji ber van taybetmendiyên xwe, Mele Mistefa Barzanî di çavên her Kurdek xwenas de gihaştiye asta serokê neteweyî û dê her tim weha bimîne. Barzanîyê nemir dizanibû û bi her kesî dida zanin ku, hebûn û azadiya gelê Kurdistanê bi rizgarkirina axa Kurdistanê ve girêdayî ye, û lewra jî diruşma “Yan Kurdistan Yan Neman” diyariyê tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kiriye.

PDK – Bakur jî, wekî her Kurdekî dilsoz, xwedî li mîratê Mele Mistefa Barzanîyê nemir derdikeve, rêbaza wî wekî kilîla rizgariya Kurd û Kurdistanê dibîne, û li ser wê rêbazê xebat û têkoşîna xwe didomîne.”

PAK: Jiyana Mele Mustafa Barzanî  kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e

Di peyama xwe de PAK dibêje: “Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê, ya di sedsala 20an de ye.

Jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs , koçberî, surgun, wêranî û bi trajediyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardariyê, bi berxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.”

PAK balê dikêşine ser nefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbîniya Mele Mistefa Barzanî û dibêje: “Mele Mustafa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye. Rêbaza Mele Mustafa Barzanî, berdewamiya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîya doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Qazî Mihemed e.”

“Serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî ye”

Di berdewamiya peyama xwe de PAKê wiha ragihand: “Xebat , têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mistefa Barzanî yê nemir îro jî ji bo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û hêviyê ye. Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê grîng hebû. Mele Mustafa Barzanî yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanê jî, di dilê her Kurd û Kurdistaniyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdariyê ye. Azadî û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir.”