Falih Feyaz: Welatên biyanî red dikin 2500 çekdarên DAIŞî werbigrin

01-03-2019
RÛDAW
Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê li Korbenda Hewlêrê.
Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê li Korbenda Hewlêrê.
Nîşan Kurdistan Hewlêr Korbenda Hewlêrê Iraq Falih Feyaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê dibêje, Iraq niha pêdeçûnê di xwe de dike û pêwendiyên navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê jî ber bi başbûnê ve diçin.

 

Falih Feyaz di Korbenda Hewlêrê de beşdarî panela bi sernavê ‘Asoya siyaseta navxwe ya Iraqê; zêdetir veqetîn an rêkeftin?’ bû. Falih Feyaz di axavtinekê de ragihand, welat li ser hevkêşeyekê tê avakirin ku hevkêşeya hevwelatîbûn, rêzgirtina ji nasname û tometbarnekirina hevdu ye û ez di vê baweriyê de me, ku guhertinên civakî erênî ne û kêşeya tayifegeriyê ber bi kêmbûnê ve çûye.

 

Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê behsa DAIŞê jî kir û ragihand: “Li gor nirxandinên min ku di saziya ewlehiyê de kar dikim, ew DAIŞa ku em nas dikin, dawî pê hat û niha milmilaniya mane dike. Ji niha pê ve çend şaneyên wê heye û sûdê ji hin valahî û qelîştekan werdigre, herwiha sûdê ji cîbicînekirina bernameyan li navçeyên kontrolkirî û çaresernekirina kêşeya awareyan werdigre. Herwiha şahdemara bingehîn a mana DAIŞê rewşa Sûriyê ye, divê em danpêdanê bi vê rastiyê bikin, ku  DAIŞ dawî pê hatiye, lê belê rûbirûbûna hizra dundrewiyê, bi tenê berpirsyariya Iraqê û hikûmeta Iraqê nîne. Ew yek berpiryariyeke navdewletî ye û lewma jî em di piraniya kongreyên mezin de amade dibin. Herwiha du hefte berî niha di Encûmena Asayişa Niştimanî de, me bernameya stratejîk a Iraqê pesend kir, ji bo rûbirûbûna tundrewiyê.”

 

Falih Feyaz destnîşan kir: “Herî kêm ji 20 heya 25 hezar Iraqî li Sûriyê li benda me ne, ku di jîngeha DAIŞê de jiyana xwe dibirin serî, niha jî li nêzîkî sînorê Iraqê li navçeya hember Şingalê ne, hikûmet jî niha li ser vê yekê disekine ku wê çawa vê pirsgirêkê çareser bike.

 

Cîhana Rojava ya pêşketî ku xwedî karîn û şiyanên herî xurt e, qebûl nake wan welatiyên xwe vegerîne, ku niha li cem Hêzên Sûriya Demokratîk girtî ne, 800 girtî hene ku niha kirîzeke navdewletî ji bo wan çê bûye.

 

Ne Brîtanya, ne Fransa û ne tu welatekî din ê Ewropayê, ji 52 welatan çekdar hene, di nav wan lîstên ku me dîtine, 800 kes hene, ku welatên wan qebûl nakin pêşwaziyê li wan bikin.

 

Êdî ev cîhan bi berpirsiyariya xwe ranabe, li gor nerîna min, dibe ku ez nakok bim bi hikûmetê re, pêdviya Iraqê bi qerebûyeke nadvewletî heye, ku niha Mûsil bi budceya niha tê avakirin, ev çekdarên biyanî ji 52 welatan hatine, destê wan di wêrankirina Iraqê de hebû.

 

Çima qurbaniyên Lokerbî û qurbaniyên avahiya bazirganiyê li Newy York û li welatên din têne qerebûkirin, ku her welatiyek ji 10 heya 15 milyon dolar distîne, çima ev yek li Iraqê jî pêk nayê? Kê Mûsil xerab kir? Kê bajarên din ên Iraqê xerab kirin?

 

Bi tevahî ev kes bûn û divê ev welat bi berpirsiyariya xwe rabin, di pêşkêşkirina alîkariyê ji welatiyên Iraqê û ji van zarokan re û ne bi tenê ew beşdar bin di avakirina Mûsil û bajarên din de, lê ev berpirsiyariyeke yasayî ye, divê em jî şerim nekin û ne dudil bin, daku Iraq piştevaniyeke taybet bidest bixe, ji tevahiya wan welatên ku destê welatiyên wan di wêrankirina Iraqê de hebûye, lewra pirsgirêka van zarokan gelekî dijwar e.

 

DAIŞ li Sûriye û Iraqê bo dema 3-4 salan xwendingeh birêve dibirin ku nêzîkî 600 hezar xwendevan têde hebûn, 10 hezar mamosteyên wan jî hebûn ew jî li gor pirtûk û rêbazên xwendinê yên taybet bi DAIŞê, ku di encamê mirovekî radîkal, terorîst ava dikirin û dibûn metirsî li ser civaka mirovatiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst