Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane birêve çû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro înê 1ê Adara 2019an Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li bajarê Hewlêr ê paytexta Herêma Kurdistanê bi beşdariya bi dehan kesayetên siyasî û rewşenbîrên Kurdistan û Iraq û herêmê ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hat sazkirin, birêve çû.
5:30 p.m
Kerîm Şingalî: DAIŞ bi dawî nebûye û çalakiyên wê berdewam in
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand ku DAIŞ bûye sedema têkçûna %70ê jêrxana aboriyê ya bajaran û heta niha DAIŞ bi dawî nebûye û çalakiyên wê berdewam in.
Kerîm Şingalî li panela sêyem a roja yekem a Korbenda Hewlêrê ya salane ku li jêr navê "Iraq û rewşa asayişa bêçareser" birêve çû, gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Dawiya DAIŞê nayê wateya dawiya terorê û jîngeha Iraqê jî rê xweş kiriye ku xelk hevahengiyê li gel terorê bikin.”
Şingalî amaje bi wê yekê kir ku "di kabîneyên hikûmeta Iraqê de nekarîne bawerî çêbikin û divê proseya aştiyê ya rasteqîn li Iraqê dest pê bike".
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Divê desteyeke dadwerî ya serbixwe were damezrandin ji bo dadgehîkirina endamên DAIŞê.”
Roja yekem a Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane li Hewlêrê li jêr navê "Rêyên çareseriya pirsgirêkên asayiş û serweriyê li Rojhilata Navîn" bi beşdariya bi dehan kesayetên siyasî û rewşenbîrên Kurdistan û Iraq û herêmê ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve hat sazkirin, birêve çû. Beşeke panelê li ser bidawîbûna DAIŞê û çawaniya rûbirûbûna bîra tundiyê bû.
5:00 p.m
Cebar Yawer: Di şerê DAIŞê de ji Herêma Kurdistanê hezar û 720 şehîd hene
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku ji sala 2003an ve heta niha li Iraqê zêdetirî 539 hezar kes bûne qurbaniyên êrişên terorîstî û diyar kir: “Di şerê DAIŞê de ji Herêma Kurdistanê hezar û 720 şehîd û 10 hezar û 729 birîndar hene.”
Cebar Yawer li panela dawî ya roja yekem a KorbendaHewlêrê ya salane, ku li jêr navê "Iraq û rewşa asayişa bêçarser" bû, çend amaran eşkere kir û ragihand: “Ji sala 2003an heta sala 2019an ziyanên mirovî yên li Iraqê bi vî awayî ne: 539 hezar birîndar û zêdetirî 500 qurbanî û şehîd û kuştî hene.”
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer diyar kir: “Ziyanên hêzên Amerîkayê ji sala2003an heta sala 2019an li gor çavkaniyên ewlehiyê ku belav kirine, 4 hezar û 384 kuştî û birîndarên wan hene.”
Li ser qurbaniyên şerê DAIŞê yên li Herêma Kurdistanê jî Cebar Yawer got: “Ji sala 2014an ve heta 2019an, hezar û 720 şehîd û 10 hezar û 729 birîndar hene.”
04:00 p.m
Umêd Sebah: Referandum biryara herî baş a gelê Kurdistanê bû
Berdevkê berê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ragihand ku referandum biryara herî baş bû ku gelê Kurdistanê di 100 salên derbasbûyî de daye, ji ber vê yekê referandum şikest nebû û ti car jî şikest nabe.
Umêd Sebah li panela duyem a Korbenda Hewlêrê li ser "Iraq, erdê milmilaniyê an xala yekgihiştinê?" ragihand: “Referandum biryara herî baş bû ku gelê Kurdistanê di 100 salên derbasbûyî de daye û biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ez weke gotinên Cîgirê Rêveberê Karûbarên Iraqê li Wezareta Derve ya Tirkiyê Elî Reza Giwîne nafikirim.”
Sebah diyar kir: “Biryara referandumê biryareke siyasî nebû, biryara gelekî bû, biryara gelê sîtemlêkirî bû, li pey wê yekê digeriya ku nefesek bibîne, li pey mafên xwe digere, li çarçoveyekê digeriya ku weke mirovek were guhdarîkirin û weke mirovekî bijî, lewma biryara referandumê biryareke siyasî nebû, biryareke wisa bû ku ya hemû gelê Kurdistanê bû. Eger cenabê we lêkolînek kiribe, hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê piştgiriya referandumê kir, Parlementoya Kurdistanê piştgiriya referandumê kir, hemû saziyên siyasî û destûrî yên Kurdistanê piştgiriya referandumê kirin.”
Berdevkê berê yê Serokatiya Herêma Kurdistanê Umêd Sebah dibêje: “Referandum di peyama xwe de, weke wesîleyeke qanûnî ravekirina nêrîna gelê Kurdistanê ye, daku bixwaze çawa bijî, bi ser ketiye, referandum qet bin neket û ti car bin nakeve.”
Umêd Sebah eşkere kir: “Hêviya me ew bû ku destûra Iraqê were cîbicîkirin, 55 madeyên destûra Iraqê hatin binpêkirin, 55 made û bendên destûrê ku peywendiya wan bi mafên Kurdistanê heye, hatin binpêkirin. Di dîbaceya destûrê de dibêje ku pabendbûna bi vê destûrê garantiya yekîtiya bi daxwaza xelk û ax û serweriya Iraqê ye, lê dema ew destûr nehat cîbicîkirin, xelkê Kurdistanê jî azad e ku biryara çarenivîsa xwe bide.”
3:00 p.m
Ali Riza Guney: Tirkiyê yekîtiya axa Iraqê parast
Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re yê Tirkiyê Ali Riza Guney, anî ziman ku Iraq ji bo Tirkiyê pir girîng e û got: “Iraq, stûna Rojhilata Navîn e. Bi Ereb û Kurd, bi Tirkmen, Krîstiyan û Êzidiyên xwe yek e.”
Îro li paytext Hewlêrê, ji alî Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve 1. Korbenda Hewlêrê destpê kir. Di korbendê de, ji Tirkiye, Îran û Iraqê gellek siyasetvan, berpirsên hikûmetan, lêkolîner û nivîskar beşdar bûne.
Di panela duyema Korbenda Hewlêrê de ku li jêr navnîşana 'Iraq, erdê milmilaniyê yan xala bihevgihîştinê?', hat lidarxistin, Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re li Wezareta Derve ya Tirkiyê Ali Riza Guney jî amade bû û axavtinek kir.
Ali Riza Guney destnîşan kir ku destûra Iraqê, girêbesta civaka Iraqê ye û got ku “Divê pirsgirêkên navbra Hewlêr û Bexdayê di vê çarçoveyê de bêne çareserkirin. Aliyên din çawa dinihêrin bila binihêrin, lê belê Tirkiye, bi çavê yek dewletî li Iraqê dinihêre.
Ali Riza Guney anî ziman ku hin alîyên ku ji hevbendiya Tirkiye û Iraqê aciz dibin hene û got: “Îslam, egera yekbûna me ye.”
Guney bi pirsa ‘Em Iraqek çawa dixwazin?’, berdewamî da axavtina xwe û got: “Eger em bersiva vê pirsê bidin, em dê dikaribin bersiva nîqaşên xwe jî bidin. Aramî, bi kêmbûn an jî zêdebûna buhayê neftê nayê. Divê pircureyiya aborî bê geşedandin.
DAIŞê canê me hemûyan êşand. Li dijî DAIŞê, divê vîneke hevpar hebe û di vê mijarê de divê em dilsoziya xwe azmûn bikin.”
“PKK nûnertiya Kurdan nake”
Cîgirê Birêvebirê Giştî yê Pêwendiyên bi Iraqê re li Wezareta Derve ya Tirkiyê herwiha ragihand: “Divê ez destnîşan bikim ku ti pirsgirêkeke Komara Tirkiyeyê li gel Kurdan tune ye. Serokomar, serokwezîr, û wezîrên me yên bi eslê xwe Kurd in hene. Lê divê ez vê yekê jî destnîşan bikim ku PKK, ne nûnerê Kurdan e. Di tekoşîna li dij PKKê de emê ti tawîzan nedin û di vê mijarê de em daxwaza piştgiriyê ji we dikin.”
“Ji bo yekîtiya Iraqê em li dijî referandumê derketin”
Ali Riza Guney destnîşan kir: “Neseqamgîriya Iraqê, bandora xwe li Tirkiye, Sûriye û Rojhilata Navîn heta li hemû dinyayê dike. Ji ber vê yekê Tirkiyê, sala bihorî, ji bo avadankirina Iraqê, soza alîkariya 5 milyar dolarî da.
Ji bo yekîtiya Iraqê, em li dijî referandumê derketin. Me ev yek destnîşan kir. Hûnê destûra xwe rast pêk bînin, hunê ji yekgirtîbûna axa xwe paşve gav neavêjin. Îro, herî zêde Kurd li Stenbolê dijîn. Li Stenbolê 3 milyon Kurd dijîn. Gelo em li wê derê jî referandumê bikin. Mesle ne referandum e, mesele hînbûna pêkvejiyanê ye. Tirkiye, bi dijderketina referandumê, li dijî biryara siyasî derket, ceza neda gel.”
2:45 p.m
Nuceyfî: Li Iraqê di serdema paşatî û piştî wê de jî postên giring ên Kurdan hebûn
Serokê Hevpeymaniya Qerar a Iraqê Usame Nuceyfî ragihand: “Di serdema hukmê paşatî û serdemên din de jî, serkirdeyên Kurd li Iraqê postên wan ên giring di Serokwezîrî û Wezareta Navxweyî de hebûn. Herwiha di şerên Iraqê de li Filistîn û deverên din beşdar bûn, lewma divê mafên asayî yên pêkhateyan werin parastin.”
Usame Nuceyfî li panela Yekemîn Korbenda Hewlêrê ya salane ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ve, li jêr navê "Asoya siyaseta navxweyî ya Iraqê: Veqetîna zêdetir yan rêkeftin" hat sazkirin, diyar kir: “Ez bawer im eger em ev sîtema zêde ji ser xelkê rakin û yasayeke me ya yekgirtî hebe û dadperweriyê ji bo her kesî desteber bikin, çand û kultûr û nerît dê parastî bin û berjwendî jî dê me bîne ber hev.”
Nuceyfî destnîşan kir: “Di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye ku peywendiyên wê yên li gel Bexda û Mûsilê hebin. Hejmareke mezin ji welatiyên Ereb li Kurdistanê niştecih in û niha bûne Kurd ku bi eslê xwe Ereb bûn. Berevajî vê jî rast e, ku Kurd li deverên Ereban niştecih bûne û niha bûne Ereb.”
Usame Nuceyfî got: “Ez bawer nakim tiştekî mezintir me bîne cem hev, dibe niştiman me hemû hembêz bike, lê di bin sîbera dadperwerî de.”
2:35 p.m
Iraq, erdê milmilaniyê yan xala bihevgihîştinê?