EFRÎN – “Karwanê Xaça Sor bû armanca firokeyên Tirkiyê”

01-03-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Tirkiye Êriş Xaça Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer li deverên derdora Efrînê berdewam e û hat îdîakirin karwanê alîkariya heyva sor bûye armanca êrîşan, lê heta niha derbarê mijarê de Xaça Sor ti daxwiyanî nedane.


Jêderên xwecihî li Efrînê îdîa kirin artêşa Tirkiyê karwanê Xaça Sor a Navdewletî û Heyva Sor a Sûrî li Efrînê kirin armanc ku ji 26 otomobîlan pêkhatiye û ji Helebê derbasî Efrînê bûne.


Li gor medya nêzîkê YPGê jî Artêşa Tirkiyê li gundê Meryemîn ê girêdayî navçeya Şera êrîşî konvoya alîkariya mirovî ya Rêxistinê Xaça Sor a Navneteweyî û Heyva Sor a Sûriyê kiriye ku dixwest derbasî Efrînê bibe. Lê derheqa zerar û ziyanan de ti daxwiyanî nehatine dayîn.


Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Balafirên artêşa Tirkiyê gundê Hec Xelîl yê girêdayî Racoyê bombebaran kirine. Herwiha li gundê Bilîlka û girê Cenkê yê Raco şerên giran di navbera HSD û Artêşa Tirkiyê de berdewam in.


Herçiqas jêderên xwecihî behsa wê yekê dikin ku karwanê alîkariyê yê Xaça Sor ketiye ber êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê lê heta niha ji aliyê Xaça Sor ve ti daxwiyanî nehatiye dayîn.


Xaça Sor tenê li ser twitterê nivîsiye ku piştî çendîn hewldanan îro karwanê wan ê alîkariya mirovî ber bi Efrînê ketiye rê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst