39mîn salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî

01-03-2018
RÛDAW
Mele Mistefa Barzanî di 39mîn salvegera koça dawî de hat bibîranîn
Mele Mistefa Barzanî di 39mîn salvegera koça dawî de hat bibîranîn
Nîşan Mele Mistefa Barzanî Salveger Koça Dawî Bîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro pêncşemê 1ê Adara 2018an, 39 sal di ser koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî re derbas bû. Xelkê Kurdistanê serdana qebra Mele Mistefa Barzanî dikin û li çend deverên Kurdistanê jî çalakiyên bîranînê tên lidarxistin.

 

Bi boneya 39mîn salvegera koça dawî, îro gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê serdana qebra Mele Mistefa Barzanî kirin.

 

 

 

Li Bakurê Kurdistanê jî salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî tê bibîranîn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak ji Amedê ragihand ku di salvegera koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî de, îro piştî nîvroyê li ofîsa Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) û çend partiyên din bi merasîmekê koça dawî ya Mele Mistefa tê bibîranîn.

 

Ji ber rewşa awarte ya li Tirkiyê, partiyên Bakurê Kurdistanê nikarin bi awayekî berfireh li derve merasîmekê pêk bînin, ji ber vê yekê jî merasîm li ofîsa PAKê tê lidarxistin.

 

 

 

Herwiha îro li nav kampa Domîzê li parêzgeha Duhokê jî çalakiya bîranînê heye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ji Duhokê ragihand ku îro li kampa Domîzê du çalakî têne sazkirin, çalakiyek dê di saet 16:00an de dest pê bike, biryar e çendîn gotar ji aliyê rayedarên partiyên Rojavayê Kurdistanê werin pêşkêşkirin.

 

Peyamnêrê me diyar kir ku bi amadebûna koçberên ji Rojavayê Kurdistanê, biryar e çalakiya din jî li heman kampê di saet 18:00an de dest pê bike.

 

Tehsîn Qasim eşkere kir ku bû hefteyek 15 xortên ji kampa Domîzê bi piya dest bi meşa ber bi qebra Mele Mistefa Barzanî kirine û biryar e îro bigihîjin Goristana Nemiran a li devera Barzanê.

 

Siyasetmedarê ji Bakurê Kurdistanê û birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan, di serdana xwe ya bo qebra Mele Mistefa Barzanî de ji Rûdawê re ragihand: “Qebra Barzaniyê Nemir ji bo hemû Kurdan cihekî pîroz e. Weke çawa ku Ke'be ji bo misilmanên cîhanê cihekî pîroz e, ev qebr jî ji bo me Kurdan û neteweya Kurd, bi taybetî ji bo kesên ku bo azadiya Kurdistanê têkoşînê dikin, cihekî pîroz e.”

 

Osman Ocalan diyar kir: “Divê her Kurdek serdana vê qebrê weke erkê xwe bizane û her sal serdana vê qebrê bike û bîr, raman û baweriya xwe bihêz bike û li ser têkoşîna xwe berdewam bibe. Em dizanin ku dijminên me gelek in, ji bo ku ew dijmin nekarin me têk bibin, divê em li ser rê û rêbaza Barzaniyê Nemir, bi baweriyeke mezin û bi xebateke qehremane xebata xwe bimeşînin.”

 

Ocalan herwiha destnîşan kir: “Pirsgirêk çi qas mezin bin jî, eger em li ser rêbaza Barzaniyê Nemir rijd bin, ez di wê baweriyê de me ku dewletbûn û serxwebûn di vê rêyê de ye. Li ser vê bingehê jî em dibêjin ku divê hemû Kurd li ser vê rêyê bibin yek. Şaşiyên ku di çend salên borî de hatine kirin, em dubare nekin. Ji vir silavên xwe dişînim ji berxwedêrên Efrînê. Pêwîst e em serdana vê cihê pîroz bikin û li vir fêr bibin û baweriya xwe bihêz bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst