Balafirên Tirkiyê ziyareta şêxekî devera Badînan rûxandin!

Dihok (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê, li devera Badînan a Başûrê Kurdistanê, bi hêceta hebûna hêzên PKKê, ziyareta mezinekî wê deverê rûxandin.

Peyamnêrê Rûdawê li Dihokê, Obêd Reşavayî ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê şeva borî, bi hêceta hebûna kampên PKKê, deverên Şêladizê û Kanî Masê her wiha li çiyayê Metîna dan ber bombeyan.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, di encama wê êrişa asmanî de ziyanek mezin gihîşt gund û zeviyên gundiyên wan deran.

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, ziyareta Şêx Îslam, ku şêxeke mezin ê wê devera Badînan e, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hat rûxandin.

Balafirên Tirkiyê şeva borî devera Sîdekan jî dan ber bombeyan.