YPGê xalên kontrolê li ser sînorê Tirkiyê danîn

Kobanî (Rûdaw) - YPGê û HSDê piştî 3 rojan şer û pevçûnan, êrişa çekdarên DAIŞê bo ser herêma Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê têkbirin. Di operasyona YPG û HSDê bo paqijkirina Girê Spî, baalfirên şer ên hevpeymanan jî piştgîrî dan.

 

Siyasetmedar Xelîl Qasim ji bajarê Girê Spî di bulteneke nûçeyan de ji Radyoya Rûdaw re got, ku hemû xalên ku li bajarê Girê Spî û bajarokê Enarûsê û gundê Hemamê ya Tirkmanan ketibûn bin destê DAIŞê, ji aliyê şervaên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ve hatin kontrolkirin.

 

Li ser encamên herî dawiyê jî, ji ziyan û kuştî û birîndarn, Xelîl Qasim ji Rûdaw re got, ku derdora 100 çekdarên DAIŞê di wê êrîşê de li Girê Spî hatine kuştin.

 

Herwiha di pevçûnan de û 15 şervanên YPGê û HSDê jî şehîd ketine û hinek jî birîndar bûne.

 

Herwiha 6-7 sivîl jî li Girê Spî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bi çekên bi Klaşînkov, Doçka, BKCê, RBCê û Nîşangiran hatine kuştin.

 

Li ser rewşa herî dawiyê li Girê Spî jî, siyasetmedar Xelîl Qasim got, ku rewş li nava Girê Spî wekî berê aram bûye û xelk vedigerin nav mal û ser karên xwe û ti metirsiya DAIŞê jî li nava bajêr nema ye.

 

Ji aliyekê din ve li ser sînorê di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de jî, xalên kontrolê ji aliyê YPGê û HSDê ve hatine danîn, û ew tûnd çavdêriya sînor dikin